Partiya Tamîl doza xweseriyê dike

 

 

 

Partiya Hevpeymana Neteweyî ya Tamîl (TNA) diyar kir ku ew dixwaze “hêzên maksîmûm” tranferê herêmên Srî Lankayê bê kirin. Lê partiyên neteweperest ên sînhalî ji bo sistkirina modela navendî ya dewletê bê dil in.

Di 30 salên dawî de cara pêşiyê ye partiyeke tamîlî di Parlamentoya Srî Lankayê de bû rêberê mixalefetê. TNA di hilbijartina meha borî de li Jaffna, Vanni û Batticaloayê yên li bakur û rojhilatê welat bû partiya yekemîn û 16 ji 225 kursiyên li parlamentoyê bi dest xist. Piştî vê serfiraziyê, rêxistina tamîl bû partiya sereke ya mixalefetê û serokê partiyê Rajavarothiam Sampanthan bang li hikumeta sînhalî kir ku di warê xweseriya herêmên tamîl de bi wan re dest bi hevdîtinan bike.

Sampathan di axaftina xwe ya di parlamentoyê de pêşniyaz kir ku li welat reorganîzasyona îdarî bê kirin û “ji 3’yan heta 5 herêmên ku xwedî hêzên maksîmûm” bên damezrandin. Sampathan qala modela Hîndîstana ku cîranê Srî Lankayê ye jî kir û got ku ji wir jî sûd dikare bê wergirtin. Hîndîstan dewleteke federal e û ji 29 eyalet û 7 herêman pêk tê.

Tamîl li Srî Lankayê ji % 15’yê nifûsê pêk tînin û kêmara herî mezin a li vî welatî ne. Sînhalî neteweya serdest a Srî Lankayê ne û partiyên siyasî yên sînhalî di warê modela navendî ya dewletê de li hev dikin.

Rêxistina çekdar LTTE ku wekî Pilingên Tamîl dihatin naskirin, li dijî Srî Lankayê 30 sal şer kir lê di 2009’an de bi operasyoneke berfireh ku tê de bi hezaran kes hatin kuştin de hatin têkbirin.

Înfowelat

 

 

Di hilbijartinê de tamîl bûn yekemîn

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Aland: Otonomîya ewil a Ewrûpayê

Amadekar: Necat Ayaz Li ser daxwaza Swêdê, Yekitiya Neteweyan di 1920an de nakokiya di navbera …