Partiya suryanî destekê da xweseriyê

 

 

Partiya Yekîtiya Suryanî diyar kir ku buyerên ku li Qamişlo hatine jiyîn, diyar dikin ku destên veşartî yên ku dixwazin dijminahiyê di navbera  gelê wê de derxe hene.

Partiya Yekîtiya Suryanî diyar derbarê buyerên ku di dema dawî de li Qamişlo hatin jiyîn,  daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di vê dema ku li tevahiya Sûriyê şerek giran tê meşandin de, li Kantona Cizîrê aramî heye û pêkhateyên wê di nava hevgirtinekê de dijîn. Gelê wê yên bi hemû rengên xwe di nava aşîtî û wekheviyê de dijîn. Bajarê Qamişlo mînaka jiyana hevbeş e ku hemû pêkhateyên suryan, ereb, kurd û ermen pê serbilind in.”

Bûyerên  ku di  dema borî de li Qamişlo hatin jiyîn, nîşan dide ku hin destên biyan ku dixwazin dijminahiyê di navbera gelan derxin û ewlehiya  pêkhateyan têk bibin hene.

Gelek Buyer hatin jiyîn, ji pevçûnên ku di navbera Hêzên Difa Wetenî de (Parastina Niştimanî) yên rejîmê û Hêzên Asayîşê de derketine, heta jêbirina hemû nivîsên ku li ser dîwarên taxa Wista hatine nivîsandin û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî silav dikin û nivîsandina hin gotinên derbarê hin aliyên din ên girêdayî rejîmê de. Piştre jî du teqînên mezin li du xwaringehên Qamişlo pêk hatin. Piştre jî ji aliyê hin kesan û hêzan ve, bi armanca derxistina fitneyê hemleyeke sorkirinê hat destpêkirin. Herî dawî jî di navbera Hêzên Asayîşê û  buroya parastina Suryaniyan de, pevçûn derketin.

Ji bo van tiştan  em bang li gelên suryanî û Xiristiyanî dikin ku neyên lîstikên aliyên ku dixwazin suryaniyan bikşînin  nava buyer û rewşeke ku xizmeta berjewendiyên wan nake û dixwaze ku ewlehî û jiyana hevbeş a li herêmê têk bibe.

Ev hewldan di demeke ku em ji bo  mafên xwe li Sûriyê têdikoşin û dixwazin ku deng û îradeya gelê me derkeve pêk tên.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşek ji welatê me Sûriyê ye. Ew sîwaneyeke ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê ye, da ku bi azadî bijîn.

Em weke Partiya Yekîtiya Suryanî tecrubeya Rêveberiya xweser weke çareseriya herî guncaw ya ji bo hemû pirsgirêkên ku li Rojhilata Navîn derketin, dibînin.

Bi nêzîkbûna dema lidarxistina civîna derbarê çareseriya pirsgirêka Sûriyê de, ku di bin çavdêriya Netewyên Yekbûyî de tê lidarxistin de, em bang  dikin ku temsîleke adlane  ji muxalefta Sûriyê re were kirin û rêz ji  pirengiya li Sûriyê re were girtin. Da ku em bighêjin çareseriyeke ji bo  tevahiya gelên Sûriyê û Sûriyeke azad û demokratîk a pirengî, bê avakirin.”

Jêder: ANHA

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …