Partiya serxwebûnxaz hilbijartina Quebecê winda kir

 

 

Di hilbijartinên li Quebecê de ku eyaleteke fransîaxêf a Kanadayê ye, partiya serxwebûnxwaz PQ (Partiya Quebecê) têk çû. Di hilbijartinê de PLQ (Partiya Lîberal a Qubecê) ku alîgiriya domandina yekitiya bi federalîzma Kanadayê re dike, bi ser ket.

Hilbijartinên ji bo parlamentoya Quebecê ya di 7’ê Nîsanê de dawî li hikumeta kêmar a PQ’yê anî. Di encamê hilbijartinê de PQ ji % 25.4’ê dengan girt û ji 125 kursiyên parlamentoyê 30 kursî bi dest xistin. Bi vî awayî cara pêşiyê partiyê ji 1970’yan û vir ve rêjeya dengên xwe ya li eyaletê ewqas kêm kir. Piştî vê encamê, seroka partiya serxwebûnxwaz Pauline Marois ku li qada namzet hatibû nîşandan nehat hilbijartin, îstifa kir.

Partiya serkeftî ya hilbijartinê PLQ ji % 41.5’ê dengan girt û bû xwediyê 70 kursiyên di Parlamentoya Quebecê de. Têkçûna PQ’ya serxwebûnxwaz bandoreke erênî li partiya sêyemîn a Quebecê a bi navê Koalîsyona Pêşeroja Quebecê (CAQ) kir û vê partiyê bi % 23’yê dengên xwe 22 kursî bi dest xistin. Partiyeke din a alîgirê serxwebûnê Piştgiriya Quebecê (QS) ku partiyeke çepgir e, bi % 7.6’ê dengên xwe bû xwediyê 3 kursiyan.

quebec

Têkçûna partiya serxwebûnxwaz a eyaletê li Quebec û Kanadayê bû sebeba şîroveyên berfireh. Di şîroveyên ku di piraniya medyayê de derketin de hat diyarkirin ku li gorî hilbijêrên Quebecê îstikrara aboriyê ji mijarên serxwebûn û ziman girîngtir bûye. Di nûçeyeke di malpera CBC’yê de hat weşandin de hat destnîşankirin ku PQ bi meşandina kampanyaya xwe ya li dora mijarên referandûma serxwebûnê û çandê şaşî kiriye û beravajiya vê partiyê, PLQ hilbijêran îqna kiriye ku rojeva rastîn ê eyaletê aborî û dîtina kar a ji kesên bêkar re ye.

Di rojnameya The Huffington Post’ê de jî nûçeyeke bi vî rengî ku li ser sebeba têkçûna PQ’yê disekinî, hat weşandin. Li gorî vê nûçeyê, “têkçûna bi şerm a PQ’yê ji ber mijara wê ya yekemîn a ku ji serxwebûnê pêk tê derketiye holê” û “bi tenê qalkirina referandûmekê ya di pêvajoya vê kampanyayê de têr kiriye ku hilbijêran bavêje hembêza Philippe Couillard (serokê PLQ’ê) û ji bo çar salan piraniyeke zelal daye wî.”

Çavkanî: Cbc.ca, Quebec.huffingtonpost.ca

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …