Partiya kêmar a kurd weki parazvanê şaredarên jin derdikeve holê

 

 

Di dema ku partiyên sereke yên polîtîk ên Tirkiyeyê bi tenê di siyaseta lokal de ji bo jinan destekeke sexte didin, partiya kurd BDP di hilbijartinên şaredariyan a roja Yekşemê wekî parazvanê rastîn ê ji bo jinan derket holê. Ji 63 namzetên şaredariyê ku partiyê bi giranî li başûrêrojhilatê Tirkiyeyê nîşan da, 32 kes jin bûn.  Partiya ku para neteweyî ya dengên wê bi tenê ji % 4 bû, niha xwedî 21 şaredarên jin ên hatine hilbijartin in. Berevajiya vê, bi tenê 6 şaredarên jin ên partiya îslamî AKP’ê ku ji % 45.6’ê dengên li seranserê welat girtiye, hene. CHP’ya laîq a mixalif di vî warî de tiştên baştir nekiriye.  Wê jimara şaredarên jin ji şeşan derxistiye heftan. Niha li Tirkiyeyê 1,360 şaredar hene û ji van 35 kes jin in.

Kader ku yek ji rêxistinên li pêş ên jinê ye, bi hinceta ku cî nadin jinan partiyên siyasî yên mezin tawanbar dike. “Bilindkirina beşdariya jinê ya di warê başkirina newekheviya li ser zayendê  ya li Tirkiyeyê wê gaveke girîng be.”

Lê niha li Tirkiyeyê li gorî beriya hilbijartinên 30’ê Adarê % 30 zêdetir şaredarên jin hene û cara yekemîn wê jin bajarên mezin bi rê ve bibin. Gultan Kişanak li Diyarbekir (nifûs 843,000); Fatma Şahînli Entabê (nifûs 1,4 milyon); Ozlem Çerçîoglû li Aydinê (nifûs 196,000) û Leyla Îmret li Cizîrê (nifûs 107,000) bûn şaredarên nû.

Leyla Îmret (26) piştî ku bavê wê yê neteweperestê kurd ji aliyê artêşa tirk ve hat kuştin, di dema zaroktiya xwe de ji Tirkiyeyê veqetiya. Wê piraniya jiyana xwe li bajarê Bremenê ya li bakurê Almanyayê derbas kir. Ew almanî wekî zimanê xwe yê dayikê bi nav dike. Îmret di Tebaxa derbasbûyî de, piştî zaroktiya xwe cara ewilî vegeriya Cizîrê û dît ku li herêma kurd a li Tirkiyeyê gelek tişt guherîne. Digel ku şaredarê kevn ê bajêr ji ber beşdariya wî ya xwepêşandaneke ji bo kurdan niha di girtîgehê de ye, Leyla Îmret dibêje ku qet nebe wê êdî kurd ji ber axaftina zimanê xwe yê ji tirkî cûdatir neyên girtin. Siyasetmedarê herî payebilind a jin Fatma Şahîn niha şaredarê Entabê ye. Heta meha Qanûnê ya borî ku wê biryara beşdariya ji bo hilbijartina lokal da, ew tekane wezîra jin a di hikumeta Erdogan de bû. Şahîn ku pîşeyê wê mihendisiya kîmyewî ye, yek ji damezrînerê AKP’ê ye.

Partiya kurd BDP destekê dide hin mijaran ku hin ji wan pir bi problem in. Di nava van mijaran de mafên kesên homoseksuel û qebûlkirina beşdariya Tirkiyeyê ya ji bo Jenosîda Ermen jî hene.

————

Vê nûçeyê di 05.04.2014’an de di Citymayors.com’de hatiye weşandin û ji îngilîzî hatiye wergerandin.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpaya berîya hînd-ewrûpîyan

Civaka ewil a Ewrûpayê li ser bingeha wekhevîya jin û mêr hatîye damezrandin û aştîxwaz …