Partiya flaman daxwaza konfederalîzmê kir

 

 

Partiya neteweperestên flaman N-VA (Hevgirtina Nû ya Flaman) di kongreya xwe ya li Antwerpê de da xuyakirin ku ew ji bo sîstema siyasî ya Belcîkayê konfederalîzmê dipejirînin. Partiyê da zanîn ku ev nayê wateya devjêberdana serxwebûna herêma Flanderê û serxwebûn armanca wan a dawiye.

Pejirandina konfederalîzmê ya di kongreya ku di 7 û 8’ê Sibatê de hat lidarxistin de, ji aliyê lîderê N-VA’yê û endamê Parlamentoya Flaman Matthias Diependaele ve ji medyayê re hat eşkerekirin. Diependale got ku digel pejirandina konfederalîzmê ya ji aliyê partiya wî, armanca dawî ya manîsfestoya wan,  Flandereke serbixwe ye.

Di bin konfederalîzmê de wê Belcîka wekî niha ji herêma flaman Flandre, herêma fransîaxêf Walonya û paytexta duzimanî Bruksel pêk were. Lê mafê veqetînê jî tê de, wê hêzên di destê her du herêman de bên xurtkirin û hêzên di destê Belcîkayê de bê kêmkirin. Di bin vê sîstemê de serdestî bi giranî wê têkeve destê herêmên ku dewleta konfederal pêk tînin.

flander2

Di rewşa ku Flander ber bi serxwebûna xwe ve bimeşe de pirsa ku wê rewşa Brukselê çawa be tê rojevê. Wê rûniştvanên bajêr mecbûr bên hiştin ku di navbera Flander û Walonyayê de tercîhê bikin? Ji ber ku Bruksel paytexteke duzimanî ye (fransî û flamanî) ne mimkûne ku neteweperestên flaman daxwaza bidestxistina vî bajarî bikin.

Di kongreyê de hin plan û pêşniyazên ji aliyê partiyê hatibû amadekirin, hatin qebûlkirin. Li gorî plana parastina zimanê flamanî ya li Brukselê, N-VA dixwaze bi riya diyarkirina cezayê pereyan hiqûqa ziman a li vî bajarî bimeşîne. Ev yek jî di pratîkê de tê wateya cezakirina şaredarên fransîaxef ên li Vlaamse Rand a li derdora Brukselê ku rêzê ji hiqûqa ziman re nagirin. Partiya neteweperest di heman demê de plan dike ku hemû peravên Deryaya Bakur di nava sînorê Flanderê de bimîne. Herwiha, partiyê di kongreyê de pêşniyaz kir ku xweseriya fînansê ya civaka almanîaxef a li rojhilatê Belcîkayê bê naskirin.

Çavkanî: Deredactie.be

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 4. Rêya Serxwebûnê hat weşandin

Mijara dosyeyê ya hejmara 4. mijara rizgarîya bakurê Îrlandayê ye. Di bin sernivîsa Doza Rizgarîya …