Parlamentoya Spanyayê referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê red kir

 

 

Parlamentoya Spanyayê daxwazên Katalonyayê ya ji bo lidarxistina referandûma di derbarê statuya herêmê ya di nava Spanyayê de red kir. Serokê Katalonyayê da xuyakirin ku ew ê vê biryarê qebûl nekin û referandûmê li dar bixin.

Daxwaza Parlamentoya Katalonyayê ya transferkirina hin hêzên ku ji bo lidarxistina referandûmê pêwîst in, bi dengên du partiyên mezin ên spanyol hatin redkirin. Ji 350 wekîlan 299 kes ku bi giranî endamên partiya muhafazakar a îktîdar PP û ya sosyal demokrat PSOE bûn, li dijî pêşniyazê dengên xwe bi kar anîn. Di dengdayinê de partiyên katalan, bask, galîs, valensî û partiya çep IU di lehê pêşniyazê de dengên xwe dan. Digel ku li dijî pêşniyazê dengê neyênî da, serokê PSOE’yê Alfredo Perez Rubalcaba diyar kir ku bi armanca pêkanîna daxwazên Katalonyayê divê Spanya veguhere dewleteke federal.

Piştî dengdayinê, serokê Katalonyayê Artur Mas da xuyakirin ku wê pêvajoya ji bo referandûmê bidome û wekî ku wan plan kiriye wê referandûm di 9’ê Mijdara 2014’an de bê lidarxistin. Mas got ku piştî redkirina Spanyayê, bi armanca li Katalonyayê lidarxistina dengdayinê wê saziyên katalan “çarçoveyên hiqûqî ava bikin.”

Di vê rewşê de tê payîn ku wê ji bo lidarxistina referandûmekê ku ne ferze encamên wê bên tetbîqkirin, qanûnekê derbas bike. Digel vê rastiyê jî hikumeta katalan bawer dike ku encamên referandûmeke wiha wê ji aliyê siyasî ve girîng be û nekaribe bê îhmalkirin.

Partiyên yekîtîparêz ên spanyol didin zanîn ku Destûra Bingehîn a Spanyayê destûrê nade ku 17 herêmên xweser ên di nava sînorê Spanyayê de referandûmeke bi vî rengî li dar bixin. Li gorî vê derdorê wekî ku Destûra Bingehîn jî diyar dike “serdestiya neteweyî di destê gelê spanyol de ye.”

Parlamentoya Katalonyayê di Çileya 2013’an de biryarekê ku tê de gelê katalan “hebûneke siyasî û hiqûqî ya serdest” hatibû nîşandan, girtibû. Lê di demeke şûn de Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê bi hinceta ku di bin Destûra Bingehîn a Spanyayê de Katalonya nekare serdest bê nîşan dan, biryarê betal kiribû.

Çavkanî: Nationalia.info

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …