Parlamentoya Portekîzê kuştina siyasetmedarên kurd şermezar kir

 

 

Parlamentoya Portekîzê kuştina sê siyasetmedarên kurd ên li Şirnexê şermezar kir. Ji bo bîranîna her sê siyasetmedaran endamên parlamentoyê deqeyekê rêz girtin.

Li ser pêşniyaza Bloka Çep, roja Înê Parlamentoya Portekîzê kuştina Sêvê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar şermezar kir. Her sê siyasetmedarên kurd kurtedemek berê li navçeya Silopî ya Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovîtî hatibûn kuştin.

Di daxuyaniya şermezarkirinê de ji bo her sê jinan hat gotin ku “ew femînîstên ku jiyana xwe di şerê ji bo jiyaneke din, ji bo civakeke femînîst, laîq û demokratîk ku mirov tê de dikarin azad û serdest bin, dane”.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku “êdî ji hikumeta Erdogan re ku mafên sivîl û mirov binpê dike çav nikare bê girtin”.  Di heman rûniştinê de endamên parlamentoyê ji bo her sê jinên têkoşêr deqeyekê rêzê girtin.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …