Parlamentoya Fransayê erêkirina peymana ziman niqaş dike

 

 

Piştî 15 salan, nîqaşa li ser naskirina hiqûqî ya zimanên herêmî yên Fransayê ji nû ve ket rojeva siyasî ya Fransayê. Di 22’yê Çileyê de li Parlamentoya fransewî pêşniyazqanûna ya di derbarê erêkirina Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Zimanên Hindikayî hat nîqaşkirin.

Lê di nava saziyên dewletê û partiyên siyasî de ji mêj ve ye li hember erêkirina vê peymanê îhtîraz tên kirin. Reaksiyonên herî mezin ên li hember vê pêşnûmaqanûnê ji aliyê du saziyên fermî yên bi navê Desteya Şêwirmendiyê ya Destûra Bingehîn û Konseya Dewletê tên nîşandayîn. Desteya navborî di pêvajoya vê nîqaşê de dîtinên xwe anî ziman û pêşnûmaqanûnê red kir. Konseya Dewletê jî bi daxuyaniya xwe ya di 22’yê Adara 2013’an de destnîşan kiribû ku erêkirina vê peymana ziman wê destûra bingehîn îhlal bike. Li aliyekî din, hin aktorên siyasî yên fransewî didin zanîn ku wê erêkirina peymanê were wateya “parçekirina Komara Fransewî.”

Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Hindikayî peymaneke navneteweyî ye ku ferz dike ku dewletên îmzeker di warê bikaranîna zimanên herêmî ya di hemû qadên jiyanê de tedbîran bigire. Peyman di 1992’an de ji aliyê Konseya Ewropayê hatiye amadekirin û paşê gelek endamên Konseya Ewropayê ku piraniya wan ji welatên Yekitiya Ewropayê pêk tên, peymanê îmze kirine û paşê erêkirine.  Digel ku Fransa peymanê îmze kiriye jî, di warê zimanên herêmî yên li ser erdên xwe îhtiraz kiriye û peymanê erê nekiriye.

ziman fransa

Zimanên herêmî yên Fransayê

Fransa, ji bilî fransewî zimanên din ên li ser erda xwe wekî “zimanên herêmî” bi nav dike û naxwaze statuyeke hiqûqî bide wan. Bretonî, korsîkî, oksîtanî, alsasî, baskî, franko-provençali û zimanên din ên hindikayiyan ku li herêmekê tên axaftin dikevin bin sernivîsa “zimanên herêmî.”

Li gorî lêkolîneke FLAREP’ê (saziyeke ku ji bo perwerdeya zimanên herêmî ya di dibistananên dewletê de xebatê dimeşîne) ji 66 milyon nifûsa li Fransayê qasî 2.2 milyon kes bi zimanên herêmî diaxivin.

Di Atlasa Zimanên di Xetereyê ya UNESCO’yê de 26 ziman û zaravayên li Fransayê jî cî digirin. Di nava lîsteya zimanên di xetereyê de zimanê bretonî ku wextekî zimanê kelt ê herî zêde dihat bi kar anîn bû û oksîtanî ku di paşerojê de zimanê serdest ê li başûrê Fransayê bû jî cî digirin.

Çavkanî: Npld.org

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …