Parlamentoya Ewrûpayê biryarekê li ser mafên xweciyan girt

Di demên dawî de rewşa gelên xwecî yên cîhanê bêtir dikeve rojeva welatên Rojava. Cara dawiyê mijara gelên xwecî di Parlamentoya Ewrûpayê (PE) de bû. Parlamentoyê di 3’yê Tîrmehê de bi biryarekê qebûl kir ku gelên xwecî yên cîhanê rastî binpêkirinên mafan dibin.

Biryara ku ji aliyê endamê parlamentoyê raportor Francis Assis hatibû amadekirin, bi berfirehî li ser binpêkirina mafên gelên xwecî li seranserê cîhanê disekine û ji bo parastina gelên xwecî hin pêşniyaz tên kirin. Di raporê de bi taybetî li ser pêdiviya parastina jina xwecî tê sekinandin. Rapor pêşniyazên xwe arasteyê PE’yê û dewletên endam dike ji wan daxwaz dike ku di dema amadekirina peymanên bi welatên xwecî lê dijîn de hay ji mafên xweciyan hebin.

Rapor ji beşên mafên mirov, desteserkirina erda xweciyan, sektora kar û mafên mirov, pêşketina jiyandinbar a gelên xwecî û polîtîkaya hevkariyê ya Yekitiya Ewrûpayê ya li hember welatên sêyemîn ên cîhanê pêk tê.

UNPO (Rêxistina Gelên Nayên Temsîlkirin) tevlî hin parlamenterên PE’yê demeke dirêj bû ji bo mafên mirov ên gelên xwecî xebatekê dabû destpêkirin. Di navenda vê xebatê de bi taybetî mijara parastina gelên xwecî yên Brezîlyayê û Amerîkaya Latîn cî digirt.

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …