Parlamentoya Ewropayê komkujiya êzdiyan şermezar kir

 

Di biryarê de hat destnîşankirin ku “jenosîd sûcên li dijî mirovahiyê ye û sûcên şer li ku derê û kengî pêk tên bila bên, divê bê ceza neminîn”.

Parlamentoya Ewropayê di derbarê komkujiya êzdiyan û komên din de biryarekê da.  Parlamentoyê bi biryara xwe ya 2529’an a 4’ê Sibatê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku kiryarên DAIŞ’ê wekî jenosîd qebûl bike. Bi vê biryarê ji Dadgeha Navneteweyî ya Cezayê ya li Holandayê jî hat xwestin ku kiryarên vê rêxistinê bidarizîne.

Parlamentoyê di biryara xwe de de diyar kir ku “kêmarên olî û yên etnîk ên xrîstiyan (keldanî/suryanî/asûrî, melkît û ermenî), êzîdî, turkmen, şabak, kakayî, saba-mandeyî, kurd û komên şiî û herwiha gelek ereb û misilamên sunî ji aliyê DAIŞ’ê ve hedef tên girtin”.

Di biryarê de hat destnîşankirin ku “jenosîd, sûcên li dijî mirovahiyê ye û sûcên şer li ku derê û kengî pêk tên bila bên, divê bê ceza neminîn”. Qirkirina êzdiyan jî di biryarê de cî girt û hat diyarkirin ku “ji 2014’an û vir ve bi texmînî  5000 êzdî hatine kuştin, gelek ji wan hatine îşkencekirin an bi zorê kirine misilman, herî kêm 2000 jinên êzdî hatine kolekirin û bi zorê hatine zewicandin an firotin”.

Piştî bibîranîna hemû peyman û şertên mafên mirov û kurteagahiyên di derbarê kiryarên terorê yên vê rêxistinê de, DAIŞ bi awayekî xurt hat şermezarkirin û bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî  hat kirin ku van kiryaran wekî jenosîd qebûl bike.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …