Parlamenterên Ewropayê rexneyan li Tirkiyeyê digirin

Şandeke ji 6 parlamenterên Ewrûpayê û Nûnerên Partiya Kesk ya Ewrûpayê pêk dihat, li Bakûrê Kurdistanê serdana saziyên sivîl, partiyên siyasî û rayedarên dewleta Tirk kirin. 

Şandeyê di 23ê Sibatê de jî, li Navenda Lêkolînên Civakî ya Dicleyê DİTAMê jî bi nûnerên 18 saziyên sivîl re hevdîtin kirin û li ser hevdîtinên xwe agahî dan çapameniyê.

Hevseroka Partiya Kesk ya Ewrûpayê, Monica Frassonî ragihand ku, li navenda bajarekî dîrokî yê wek Diyarbekirê, dengê gule û topbaran kirinan wan şok kiriye û rexne li welatên Ewrûpî kir ku, ji ber hevpeymaniya penaberan, hemû binpêkirina mafên mirovan yên li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê nabînin.

Frassonî diyar kir ku wan piştî hevdîtinan têbînî kiriye ku dewleta Tirk û PKK bihev bawer nîn in û da zanîn ku çareserî di destê dewleta Tirk de ye.

Endamê Grûba Partiya Azadî yê Ewrûpayê, Josep Marîa Terricabras jî, diyar kir ku wan wek prensîb piştgiriya Tirkiyeyê dikir ku bikevin Yekîtiya Ewrûpayê lê, piştî vê serdanê dibînin ku li Tirkiyeyê pergala Komarî nemaye û monarşî heye.

Herwiha Terracabras, diyar kir ku bi vî rengî ewê li dijbin ku Tirkiye bi vî awayî yanî ji demokrasiyê bêpar bibe endamê Yekîtiy Ewrûpa.

Jêder: Kurdistan24.net

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …