Parlamenterê HDP’ê: “Ewropa berpirsê komkujiya kurdan e”

Parlementerê Şirnexê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faysal Sariyildiz li Stasbourgê beşdarî panelekê bû û derbarê êrişên Tirkiyayê yên li dijî gelê kurd de axivî.

Bi sedan kurdistanî û dostên wan ev 3 roj in ku li ber avahiyên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) çalakiya rûniştinê li dar dixe. Herwiha bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistanê a li Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a li Ewropayê (KCD-E) panelên agehdariyê tên amadekirin ku gelên ewropî derbarê komkujiyên li dijî kurdan de hînî rastiyan bibin. Di roja sêyemîn a çalakiyan de bi beşdariya Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz re panelek hate lidarxistin.

Sariyildiz beşeke bêdengiya li hemberî qetliyama kurdan hilda ser xwe û diyar kir ku dengê kurdên sitemdîtî negihandiye civaka navneteweyî; herwiha kesayet û welatên ku li hemberî komkujiya kurdan bêdengmayî jî rexne kirin.

Sariyildiz destnîşan kir ku ‘AKP li Kurdistanê şerekî hovane dimeşîne û gelê kurd bi zilmeke mezin rû bi rû maye. Dinya tiştekî nabêje û Ewropa jî bêdeng e. Ewropa ji van kuştinan, bi bêdengiya xwe berpirsiyar e. Em gişt berpirsiyarên komkujiya li dijî bajarên kurdan in, tevahiya cîhanê berpirsiyar e.’

Parlamenter Sariyildiz pêvajoya tekoşîna gelê kurd û bêdengiya Ewropayê wiha vegot: ‘Di komkujiyê de para me hemûyan heye. Belê, berxwedaneke xurt hat nîşandan. Gelê me serî netewand. Dewleta Tirk ne got pîr, ne ciwan, ne jin û ne zarok… Gelek kes bi awayekî faşîzan û hovane qetil kirin. Li jêrzemînên wehşetê mirov hatin şewitandin. Ji ber ku li hemberî vê komkujiyê me dengê xwe bi awayekî baş bilind nekir, ji ber ku me nikarîbû pêşî lê bigirin, em jî berpirsyar in. Welatên Ewropayê jî, ji ber ku bêdeng man, ew jî berpirsyar in.’
Jêder: Sputnik News

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca …