Parastina neteweyekê

Necat Ayaz

Eger dewlet dixwaze kurdîtiyê di şexsê gerîla de li kozikên çiyayên bilind tune bike, divê em ji qadên sivîl bersivê bidin vê barbariyê û kurdîtiya di şer de êsîr hatiye girtin rizgar bikin.

Li Afganistanê serkeftina Talîbanê li dijî Amerîkayê  ji bo Tevgera Kurd bû sebeba lêxistina zengila alarmê. Bu vekişîna Amerîka û NATO’yê re rêvebiriya li Kabîlê pir di berxwe neda û piştî şerê bajaran a 11 rojan, hilweşiya. Di vê meseleyê de du nuqteyên Tevgera Kurd xist nava alarmê ev bûn: Yek, li welatekî Rojhilata Navîn, serkeftina tevgereke olperest a îslamî û vekişîna Amerîkayê. Du, bandora îdeolojîk a vê encamê li ser rêxistinên cîhadîst ên li herêmê.

Ji özsavunmayê re erê lê…

Serûbinbûna li Afganistanê û bandorên wê yên muhtemel ên li ser Kurdistanê û herêmê, konsepta xweparastinê ango “özsavunmayê” ya Tevgera Kurd her car qala wê dike, derxist pêş. Tevgera Kurd bûyerên li Afganistanê wekî serfiraziya kevneperestiyê qebûl kir û banga bilindkirina xweparastinê kir. Ji ber bandora tirkî û di nava tevgerê de ragihandina enformasyonê bi tirkî, ez ê  li vir di dewsa  xweparastinê de peyva “özsavunmayê” bi kar bînim.

Tevgera Kurd peyva özsavunma di wateya parastina çekdarî/leşkerî de bikartîne. Ev, yek ji 8 hêmanên sereke yên Xweseriya Demokratîk bû. Digel hewldanên ji bo berfirehkirina wateya wê ya ber bi parastina qadên sivîl de, wateya wê ya çekdarî her û her wekî xwe ma.

Gerîlayên kurd li dijî operasyonên giran ên artêşa tirk bi mehane li eniyên Başûrê Kurdistanê di ber xwe didin.

Kîjan milet dibin bila bibin, di piraniya dîrokê de hebûna xwe bi riyên derveyê şerê çekdarî misoger kirine. Ev jî têkoşîna aborî, çandî û zimanî ye ku dikare ji bo hebûna miletekî re bingehekê pêk bîne.

Tevgera Kurd peyva özsavunma di wateya parastina çekdarî/leşkerî de bikartîne. Ev, yek ji 8 hêmanên sereke yên Xweseriya Demokratîk bû. Digel hewldanên ji bo berfirehkirina wateya wê ya ber bi parastina qadên sivîl de, wateya wê ya çekdarî her û her wekî xwe ma. Bi kurtahî li gorî tevgera kurd, di vê demê de özsavunma (ya çekdarî) ji bo hebûna kurdan a herî girîng e. Bi gotineke din, mirov dikare vê posîzyonê wiha formûle bike: Her tişt ji bo özsavunmayê, her tişt ji bo şerê çekdarî. Tevgera Kurd di 40 salên dawî de bi vê perspektîfê xwe birêxistin kiriye û gerîla wekî garantiya hebûna neteweyî qebûl kiriye.

Parastina neteweyekê û defa hawarê

Di dîroka miletan de di hin demên krîtîk de şerê çekdarî her li pêş bûye. Şerê rizgariya neteweyî pirî caran di hemwateya şerê çekdarî de hatiye bikaranîn. Lê ev demên awarte di dîroka sedan salan de demeke kurt temsîl dike. Kîjan milet dibin bila bibin, di piraniya dîrokê de hebûna xwe bi riyên derveyê şerê çekdarî misoger kirine. Ev jî têkoşîna aborî, çandî û zimanî ye ku dikare ji bo hebûna miletekî re bingehekê pêk bîne. Miletekî ji çand, ziman, edebiyat û berhemên dîrokî ku koka wan heta pêşerojê diçe, pêk tê. Lewma bernameyeke parastina neteweyî ji bo encamekî bi xwe re bîne, divê li ser hêmanên sereke bilind bibe.

Têkçûneke li eniyên Başûrê Kurdistanê wê di serî de li bakur, bi giştî kurdan demoralîze bike û bandoreke hilweşîner li ser qedera siyasî ya Bakur bike.

Gelek herêmên Başûrê Kurdistanê rastî bomberana hewayî ya artêşa tirk hat. Di van êrişan de zirareke gelek ezin gihîşt xwezaya Kurdistanê

Stratejiya parastina neteweyekê dema bi qedera şerê çekdarî ve bê girêdan û girîngiya qadên din neyê dîtin, netewe wê bi xetereyeke mezin re rû bi rû bimîne. Şer dikare 3 encam bi xwe re bîne: Serkeftin, aştî an jî têkçûn. Serkeftinek leşkerî di jeopolîtîka îro ya rojhilata navîn de û di çarçoveya planên sîstema cîhanê ya ji bo herêmê de ne realîst e. Riya diçe aştiyê jî bi salane ji aliyê dewleta kemalo-îslamî ve ku pişta xwe daye sîstema navdewletî, bi israr tê bloqekirin. Tam di vê nuqteyê de divê mirov li defa hawarê bixe û li rêûrêbazên ji bo pêşîgirtina têkçûneke muhtemel bigire. Têkçûneke li eniyên Başûrê Kurdistanê wê di serî de li bakur, bi giştî kurdan demoralîze bike û bandoreke hilweşîner li ser qedera siyasî ya Bakur bike. Kurd bi dehan salane hebûna neteweyî û berxwedana çekdarî wekî hemwate qebûl kirine. Lewma jî têkçûneke di şer de wê bi têkçûneke leşkerî re bi sînor nemîne û ji bo paşerojê encamên giran bi xwe re bîne.

Stratejiya parastina neteweyekê dema bi qedera şerê çekdarî ve bê girêdan û girîngiya qadên din neyê dîtin, netewe wê bi xetereyeke mezin re rû bi rû bimîne.

 

Artêşa tirk digel windahiyên xwe yên giran, bi hêza teknîkê û hevkariya xwe ya bi rêvebiriya başûr re xwe gîhand gelek herêmên di destên gerîla de.

Pêdiviya rojeveke plûral

Avakirina rojeveke plûral û berfirehkirina wateya özsavunmayê dikare bibe gave yekemîn a ji bo vê hewldanê.

Baş e, gelo çawa rê li ber vê senaryoya wekî xewnereşkê dikare bê girtin? Gelo bersiv xurtkirina rêbazên parastinê, pengavên leşkerî, kampanyayeke propagandayê ya medyatîk e? Dewlet piştî hilweşandina qada siyaseta demokratîk bi hemû hêza xwe problema kurd di çarçoveya şerê çekdarî de bi cî kir. Bi vê gavê jî zemîneke xurt a bikaranîna hemû cûre polîtîkayên şîdetê ji xwe re ava kir û Tevgera Kurd kişand vê zemînê. Tevgera bi êrişeke dijwar re rû bi rû ma, neçarî şerê parastinê hat hiştin û gav bi gav di nava rojeva şer de asê ma. Problemên siyasî, civakî-aborî û çandî-zimanî bi tevahî di bin siya şer de man an ji rojevê derketin. Ev yek bi riya stratejiya dewletê ya terorîzekirina problema kurd pêk hat. Lewma jî bersiva li dijî vê stratejiya mîlîtarîst êdî bi şerê çekdarî nikare bê dayîn. Eger dewlet dixwaze kurdîtiyê di şexsê gerîla de li kozikên çiyayên bilind tune bike, divê em ji qadên sivîl bersivê bidin vê barbariyê û kurdîtiya di şer de êsîr hatiye girtin rizgar bikin. Avakirina rojeveke plûral û berfirehkirina wateya özsavunmayê dikare bibe gave yekemîn a ji bo vê hewldanê.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …