Papûaya Rojava dixwaze qedera xwe diyar bike

 

 

Parazvanên mafê diyarkirina qederê ya Papûaya Rojava ji Komîteya Dekolonîzasyonê ya NY’ê daxwaz kirin ku welatê wan têxe lîsteya koloniyan a komîteyê. Heman derdor bang li komîteyê kir ku ji bo dîtina rewşa li Papûaya Rojava heyetekê bişîne.

Endamê Komeleya Papûaya Rojava ya Awistralyayê Joe Collins da xuyakirin ku niha hatiye famkirin ku Qanûna Hilbijartina Azad a West Papûayê ku di 1969’an de bi hevkariya NY’yê ji aliyê Endonezyayê hatibû qebûlkirin, sexte ye û êdî dem hatiye ku NY li ser rewşa li welat bisekine.

Collins diyar kir ku her du eyaletên bi navê Papûa û Papûaya Rojava ku ji aliyê rêvebiriya Endonezyayê hatine damezrandin, divê têkeve lîsteya koloniyan a û di meseleya Papûaya Rojava de divê NY wekî nêzîkbûna xwe ya di meseleya Kaledonyaya Nû de nîşan dabû, tevbigere.

Collins di derbarê mijarê de dîtinên xwe wiha anî ziman: “Çûyin û serdana Papûaya Rojava û dîtina ku rêvebiriya 51 salan çi aniye serê Papûaya Rojava, bikaranîna çavkaniyan lê di berdêla wê de feydeya pir kêm an tunebûna feydeyê ji gel re û binpêkirina mafên mirov wezîfe û berpirsiya we ya ehlaqî ye. Divê ev biçin û bibînin ku piştî 51 salan gelê Papûaya Rojava di çi rewşê de ye.”

Hefteya borî civîna Pasîfîkê ya Komîteya Taybet a Dekolonîzasyonê ya girêdayê Neteweyên Yekbûyî li Fîjiyê hatibû lidarxistin. Di civînê de li ser meşandina biryara Dehsala Sêyemîn a ji bo Hilweşandina Kolonyalîzmê (2011-2020) hatibû sekinandin û di vî warî de biryar hatibûn girtin.

papûa

 

 

 

Papûaya Rojava û meseleya diyarkirina qederê

Papûaya Rojava, rojavaya girava Gîneya Nû ku li başûrêrojavayê Okyanûsa Pasîfîkê ye, pêk tîne. Welatê ku qasî 200 km li bakurê Awistralyayê ye ji çiyayên hundir, daristanên nêzîkî peravê û ji avzêlên berfireh ên mangrovan pêk tê. Yek ji erda li cîhanê ku ji aliyê cihêrengiya biyolojîk ve herî zengîn e, Papûaya Rojava ye. Li welat cureyên sewal û giyayên ku hebûna wan ji aliyê mirovahiyê nayê zanîn, hîn jî tên kifşkirin.  Li welat ji 250 zêdetir qebîle û eşîr û dijîn ku her yek ji wan xwedî ziman û çandeke yekta ye.

Papûaya Rojava tevlî giravên Endonezyayê di sedsala 17’emîn de ji aliyê Holandayê ve hat dagirkirin. Kolonyalîstên holendî 400 sal şûn de herêmê terk kirin lê bêriya ku şêniyên giravê bikaribin qedera xwe diyar bikin, di 1962’an de Endonezya welat dagir kir. Endonezya navê Irian Jaya li welat kir û bi giranî bi riya bicikîrîna gelê endonezîaxêf ya li ser erdên welat, dest bi guherandina nasnameya welat kir. Di encama mihendisiya civakî ya Endonezyayê de niha ji % 50’yê 3,5 milyon nifûsa welat ji kesên ne-xwecî pêk tê.

Di 1962’an de di navbera Endonezya, DYA û Holandayê de Peymana New Yorkê hat îmzekirin û ji bo meşandina hukmên vê peymanê Endonezya Qanûna Hilbijartina Azad derxist. Di çarçoveya vê qanûnê de, li Papûaya Rojava referandûma ji bo diyarkirina qederê hat lidarxistin. Lê di referandûmê de bi tenê 1025 kesên ku ji aliyê Endonezyayê hatibûn hilbijartin dengên xwe bi kar anîn û hemû jî dengên xwe dan yekitiya Papûaya Rojava ya bi Endonezyayê re.

Ji ber rexneyên saziyên mafên mirov ên cîhanê, di 2003’an de Endonezya mecbûr ma ku pakêteke taybet a xweseriyeke bisînorkirî ji bo welat pêşkêş bike û navê Papûayê qebûl bike. Di vê pakêtê de bi giranî tedbîrên ji bo başkirina aboriya gelê Papûaya Rojava cî digirt lê ev jî baş nehatin tetbîqkirin û  ji problemên welat re nebû bersiv.

Çavkanî: Radio.co.nz / Freewestpapua.org

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …