Pakîstan li dijî Belûcîstanê şerê taybet dimeşîne

 

Nûnerên tevgera gelê belûc ên li Pakîstanê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin kuştin. Êrîşên leşkerî yên li dijî Belûcîstanê bi hemû giraniya xwe didome.

Pênc endamên tevgera serxwebûnxwaz a belûc li Mastunga li herêma Belûcîstana hatin kuştin. Di nava kuştiyan de Sekreterê Giştî yê Tevgera Neteweyî ya Belûc (TNB) Dr Mannan Baloch jî heye.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku hêzên pakîstanî di 30’yê Çileyê de li Kili Dattuya girêdayê Mastungê êrîşê xaniyekî ku Dr. Mannan û hevalên wî têdebûn, kirin. Ji kesên hatine kuştin du bira jî hene.Tê ragihandin ku hemû kesên di hundirê xanî de bêçek bûne û hêzên pakîstanî gule berdane serî û sînga wan.

mannon_baloch2

TNB ne rêxistineke çekdarî ye û ji bo serxwebûna Belûcîstanê têkoşîneke sivîl dimeşîne. Belûcîstan di 1940’î de ji aliyê Pakîstan û Îranê ve hatiye parvekirin û ji wê roje û pê ve her du dewlet şerekî taybet li dijî hêzên demokrasiya herêmî û serxwebûnê dimeşînin. Di 1970’an de hêzên Pakîstanê herî kêm 6000 sivîlên belûc kuştin û ji sala 2004’an û vir ve 2000 sivîlên din hatine kuştin. Di 2009’an de jî Serokê TNB’yê Gulam Muhammed Belûc ji ofîseke hiqûqê hatibû revandin û paşê hatibû kuştin.

Belûcîstan digel hebûna çavkaniyên wê yên berfireh ên gaz, zêr û sifir ji aliyê aboriyê ve yek ji herêma herî xizan ê Pakîstanê ye. Bi polîtîkayên aboriyê, Pakîstan dixwaze gelê belûc ji erdên xwe koç bike û yên mayî jî li herêmê bibin kêmar.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …