Oksîtan polîtîkayên perwerdeyê yên Fransayê protesto kirin

Bajarê Touluse/Tolosa ya li başûrê Fransayê ji xwepêşandanek li dijî polîtîkaya perwerdeyê ya Parîsê hat li dar xistin re malovaniyê kir. Qasî 5000 beşdarên xwepêşandana ku di 17’yê Sibatê de hat lidarxistin de qedexekirina zimanê oksîtanî ya di qada perwerdeya fermi de protesto kirin.

Çalakî ji aliyê Navenda Herêmî ya Perwerdeya Oksîtanî ya Tolosayê/Touluse (CRÈO) hat lidarxistin. Parlamenterên kesk ên Parlamanetoya Ewrûpayê Jose Bove. Endamê konseya herêmî Gerard Onesta, M. Aude Lumeau Perceptis û Patric Roux û hin nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl û hunermendên oksîtan beşdarê çalakiyê bûn. Herwiha, hin parlamenter û senatorên ji Oksîtanyayê hatibûn hilbiijartin, hemû saziyên çandî û zimanî yên Oksîtanyayê, enstîtû û akademiya zimanên aranî û oksîtanî yên Newala Aranê û Midûrtuya Giştî ya Polîtîkaya Ziman a Generalitat a Katalonyayê desteka xwe ya bo çalakiyê diyar kirin. 

Jean-Michel Blanquer bi reforma nû perwerdeya zimanên gelên kêmarkirî
yên Fransayê ku wekî zimanên herêmî tên binavkirin kêmtir dike. Yek ji encamên vê reformê derfetên perwerdeya oksîtanî li lîseyên li Oksîtanyayê ji hole radike. Du meh berê Desteya Perwerdeyê ya Toulouse/Tolosayê peymaneke ji bo pêşxistina oksîtanî ya di perwerdeyê de îmze kiribû û dilê aktîvîstên zimanê oksîtanî xweşkiribû.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …