O DIKOS MAS CEMIL KENGÎ DIBE CEMÎLÊ ME? -II-

O DIKOS MAS CEMIL KENGÎ DIBE CEMÎLÊ ME?

– Beş Du –

Hevpeyvîn: Necat Ayaz

Hûn ligel nivîskarî û rojnamegeriya xwe di dîplomasiyê de jî xwedî tecrûbe ne. Lewma ez dixwazim hûn hinekî ji me re qala xebata xwe ya di vê qadê de bikin û hinekî jî dîplomasiya dema we û aniha ya li Yewnanîstanê bidin ber hev.

Ez di dema xebatên xwe yên siyasî yên li vî welatî de her dem li dûv avakirina lobiyeke mezin a kurdan bûm. Min di dema xebata xwe ya dîplomasiyê de di dewsa nasnameya PSK’ê de nasnameya kurdîtiyê derdixist pêş. Min dixwest di vê qadê de li ser navê kurdan kar bikim û hemû destkeftinên min bibin malê gelê kurd. Lê ez bi xemgîni dibêjim ku dîplomasiya piştî me hat meşandin ji ya me cûdatir bû. Gotinek heye ku dibêje ‘Dijminê dijminê min dostê min e.’ Dîplomasiya piştî me li ser vê bingehê hat meşandin û bi giranî bi kesên rastgir re têkilî hatin çêkirin. Divê mirov binêre ku gelek kesên wê demê xwe wekî dostên kurdan nîşan didan aniha li ku derê ne. Naksakîsê ku berê fermanderekî artêşê bû, aniha wekîlê Berbanga Zêrîn a parlamentoyê ye. Wekî hûn dizanin, Berbanga Zêrîn partiya nîjadperest a yewnan e ku rasterast dijminahiya penaberan dike. Parêzer Fauno Kronotis, Mihailis Xaralambidis, Hacî Xhandrin û gelek kesên din aniha bi rastgiriya radîkal tên naskirin lê wê demê dostên kurdan dihatin hesibandin.


Belê, dîplomasî li ser berjewendiyan tê damezrandin lê divê ev berjewendî ne li ser dijminahiya aliyekî din û ne li ser kevneperestiyê be. Divê dîplomasî li ser prensîbên pêşverû bê damezrandin.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Andreas Papandreu û Cemîl Tûran Bazidî

Belê, dîplomasî li ser berjewendiyan tê damezrandin lê divê ev berjewendî ne li ser dijminahiya aliyekî din û ne li ser kevneperestiyê be. Divê dîplomasî li ser prensîbên pêşverû bê damezrandin. Kesên ku li vî welatî doza rastgiriyê û heta nîjadperestiyê dikin nekarin bibin dostên gelê kurd ê bindest.  

Binêrin, dema mirov bi zanebûn û plansaziyekê tevbigere, li vî welatî dikare gelek tiştên baş çêbike. Ez ber bi Adara 1988’an ji bo bîranîna Helepçe ketim nava tevgerekê û me li hemû aliyên Yewnanîstanê 150 civîn li dar xist. Di van civînan de me hem gelê yewnan bi devkî agahdar dikir û hem jî broşûr dida wan. Her wiha me car caran li gelek bajaran pêşangeha wêneyan jî li dar dixist. Karê me yê enformasyonê ya berfireh li ser yewnaniyan tesîrê dikir. Aniha binêrin em di meha Adarê de ne. Gelo hûn dibînin ji bo Helebçe û Newrozê xebatek berbiçav tê kirin?   

Hûn ji destpêkê heta aniha bûne şahidê xebatên kurdîtiyê yên li Yewnanîstanê. Bi ya we herî zêde kîjan dem dîplomasiya kurd li vî welatî derfetên berfireh bi dest xist?

25 sal berê li Yewnanîstanê destekeke xurt hebû ji bo doza kurdan. Bi taybetî ev destek piştî protokala di navbera hêzên kurdan a 1993 ku li Şamê hat îmzekirin derket asta herî bilind. Biryara agirbestê û berdana şerê çekdarî derfetên dîplomasiya kurd pir zêde kir. Hevdîtina serokwezîrê Yewnanîstanê û Kemal Burkay a li Atînayê mînakeke balkêş a wê demê bû. Burkay li vir bi awayekî fermî hat pêşwazîkirin û bi konvoyeke dirêj çû ciyê hevdîtina xwe ya bi Andreas Papandreu re. Serokên hemû partiyên di parlamentoyê de jî beşdarê vê civînê bûn. Paşê di heman salê de Burkay ji aliyê Parlamentoya Ewrûpayê ve hat vexwendin û bi vê minasebetê cara yekemîn siyasetmedarekî kurd di vê parlamentoyê de axaftinekê kir.


Serokwezîrê Qibrisê George Vassiliou û Bazidî (1990)

Mixabin vê pêvajoya ku ji aliyê dîplomasiyê ve pir berhemdar bû, bi bûyera li Bîngolê û şerê piştî vê bûyerê dest pê kir  ji holê rabû. Carekê din şerê çekdarî dest pê kir û destkeftinên dîplomatîk ên gelê kurd yek bi yek ji holê rabûn.

25 sal berê li Yewnanîstanê destekeke xurt hebû ji bo doza kurdan. Bi taybetî ev destek piştî protokala di navbera hêzên kurdan a 1993 ku li Şamê hat îmzekirin derket asta herî bilind.

Eger rewşa dîplomasiya bakur wiha be, dîplomasiya başûr çawa ye li Yewnanîstanê?  

Carinan mirov kesekî be jî dema bi zanebûn tevbigere dikare ji bo danasîna kurdan gelek tişt bike. Burhan Cafê kurdê ji başûr ku konsolosê Iraqê yê li Yewnanîstanê bû, yek ji van kesan bû ku pir baş vî karî dikir. Ew li Londonê perwerde bûbû û dema hat vir ji bo danasîna gelê kurd kete nava tevgerê. Di dema wî de li dora Acropolîsê maratona bo Helebçeyê hat li darxistin. Di heman demê de bi serfirazî Newroz hatin rêxistinkirin û kokteyl heta defîle hatin lîdarxistin. Di defîleya kincên jinên kurd de çend mankenên yewnan kincên folklorîk ên jinên kurd li xwe kirin û bi bejn, bal û estetîka xwe beşdaran matmayî hiştin.

Bazidî û Wezîrê Çapemeniyê Dimitri Repas (1999)

Helbet, dema em rexne li dîplomasiya bakur dikin ev nayê vê wateyê ku dîplomasiya başûr a li vir jî herdem baş xebitî ye. Ji bilî kesê aniha min qala wî kir, min li vir xebateke xurt a başûr a di vî warî de nedîtiye. Îro her tişt enformasyon e û dema em ji vî alî de li vê mijarê dinêrin, enformasyoneke xurt a ji aliyê rêxistinên başûr li vir nayê belavkirin. Ji bilî hilberîn û belavkirina enformasyonê jî min xebateke wan a berbiçav a ji bo avakirina lobiyeke kurdan nedîtiye.


Di dewsa pevçûna bi hev re eger me bikaribûna lîjneyeke bilind ava bikira û karên dîplomasiyê ji yek destî bimeşanda ewê serfiraziya me pir mezin bûya .

Diyare ku li vî welatî gelek derfetên mezin ên dîplomasiya kurd hebûne û bi nêrîna we ev derfet baş nehatine bikaranîn. Piştî derbasbûna demeke dirêj di ser pêvajoya hûn qal dikin re, hûn aniha dibêjin xweziya me vî karî jî bikira?

Li Atînayê PKK, PSK, ji bo demeke kurt Rizgarî û herwiha ji başûrê Kurdistanê PDK û YNK hebûn. Di dema hikumeta PASOK’de çend caran Celal Talabanî hat Atînayê û rasterast bi hikumetê re hevdîtinan dikir. Ji ber ku YNK jî wekî PASOK’ê endamê rêxistina Enternasyonala Sosyalîst bû. Mixabin rêxistinên kurd ên ji her du parçeyan hem di nava xwe de parçe bûbûn û hem jî bi rêxistinên parçeyên din xebateke hevbeş nedimeşandin. Rêxistinekê li dijî rêxistina din dipeyivî û hevreşkirina wan di nava hev de bi giştî prestîja siyaseta kurdan kêm dikir. Di dewsa pevçûna bi hev re eger me bikaribûna lîjneyeke bilind ava bikira û karên dîplomasiyê ji yek destî bimeşanda ewê serfiraziya me pir mezin bûya .

Ez dikarim nimûneya Rêxistina Rizgariya Filîstînê (PLO) bidim. Ev rêxistin di bin banê xwe de gelek rêxistinên cihê dihewand lê li derve dîplomasiyê bi tenê PLO dikir. Digel ewqas têkiliyên wan ên qirêj bi rejîmên dîktator ên ereban re jî, li Ewrûpayê ji me baştir dixebitîn û pretîja wan ji me zêdetir bû. Ji ber ku xebatên wan ên derve ji yek destî dihatin meşandin û tevlî enformasyoneke xurt dîploasiyeke xurt dimeşandin.


Bazidî û İra Valsamaki (Cîgirê Şaredarê Atînayê yê kevn û serokê Vakfa Antonis Thriçis)

Berfirehkirina xebatên lobiyê di nava elîtên yewnan de û meşandina dîplomasiya paralel miheqeq bala Tirkiyeyê jî kijandiye. Dewletê ji bo pêşîlêgirtina vê xebatê gavên çawa li ser vê axê avêt?

Hemleya dîplomasiya kurdan a li Yewnanîstanê helbet bala dewleta Tirkiyeyê jî dikişand. Dewletê ketibû nava tevgerê û bo reşkirina kurdan çi ji dest hat kir. Bu destê îstîxbaratê pevçûn dihatin derxistin, mirov dihatin kêrkirin, dizî dihat kirin û hwd. Dema kurd tiştê baş dikin gelek caran di dewsa navê kurdan de navê kesan tê gotin. Sed mixabin dema kiryarên wiha xirab dihatin kirin di medyaya yewnan de sernivîsên wekî “Kurdos prosfiges” (penaberên kurd) cî digirtin. Helbet li vir em nikarin jidestçûyina destkeftinan bi tenê bi van kiryaran ve girê bidin. Ji destpêkê ve li vî welatî rêxistinên kurd tu carî nekarîbûn li ser projeyên neteweyî bên cem hev bi hev re bixebitin. Ew pir zêde li ser xetên îdeolojîk an partiyan ji hev hatibûn veqetandin. Ev mîrateya nebxêr a paşerojê wekî hûn jî dibînin hîn didome.

Digel rewşa siyasetên kurdan jî em di demek zêrîn a dîplomasiyê de bûn û çavên dewletê ji ber vê bar nedibûn. Dema reşkirina kurdan têr nekir îcarê rasterast êrîşî me kirin. Di 1995’an de ofîsa PSK’ê rastî êrîşekê hat û xisareke mezin dît. Ala Tirkiyeyê û MHP’ê li ofîsê çikirin alavên me yên li vir şikandin. Di navbera 1984 û 1996’an de partî li Yewnanîstanê aktîf dixebitî û ev yek jî balê dikişand. Carekê bombe xistin wesayita min û carek din jî ji wesayitek şarjûrek demançê li ser min hat valakirin. Bi tevahî heft car li min suîkast hat kirin û lê ez xwedî şense bûm ku ji hemû êrîşan xelas bûm.

Bazidî li ber ofîsa rojnameya kurdî ya rastî êrîşê hatiye

Ji vir 20-30 sal berê li Atînayê gelek partiyên kurdan hebûn û xebatên xwe yên siyasî dimeşandin. Mixabin çawa vê demê karê ji bo penaberan nayê kirin wê demê jî bi taybetî li servê meseleyê xebat nedihatin kirin. Karên wekî alîkariya bo destûra rûniştinê, dîtina ciyên bo penaber lê bimînin û bîcîanîna pêdiviyên tibî yên penaberan nedihatin kirin.

Di du an sê salên dawî de kurd bi hêviya çûyina welatên din ên Ewrûpayê, ji her çar parçeyan derbasî Yewnanîstanê dibin. Ev koça bênavber li navendên binçavkirinê yên li ser sînor digihîje asta krîzek humanîter lê piştî vê jî hejariya bi hezaran kurdan bi taybetî li Atînayê didome. Problemên aboriyê, dirêjbûna prosedûrên îltîcayê, bidestnexistina ciyên baş ên lêmayinê û herwiha astengiya nezanîna zimanê vî welatî piraniya kurdan xistiye rewşeke gelek xerab. Çima rêxistinên kurd ên li vî welatî dest navêjin vê mijarê û xebateke taybetî ji bo penaberan nakin?

Ji vir 20-30 sal berê li Atînayê gelek partiyên kurdan hebûn û xebatên xwe yên siyasî dimeşandin. Mixabin çawa vê demê karê ji bo penaberan nayê kirin wê demê jî bi taybetî li servê meseleyê xebat nedihatin kirin. Karên wekî alîkariya bo destûra rûniştinê, dîtina ciyên bo penaber lê bimînin û bîcîanîna pêdiviyên tibî yên penaberan nedihatin kirin. Penaber di van meseleyan de bi tena serê xwe bûn. Pirsên rêxistin li ser disekinîn ev bûn: Qada Newrozê çîqas tije dibe?, Çîqas kes beşdarê çalakiyan dibin?, Çiqas şervan dikarin bîşînin şer? û hwd. Bi taybetî rêxistinên çepgir ên ji Tirkiyeyê pir zêde di nava îdeolojiyên xwe de fetisîbûn. Hîn jî li kampa Lavrioyê Troçkîst, Maoîst heta Enverîst hene. Bifikire Albaniya ji zû ve ye dawî li rêvebiriya Enver Xoce aniye lê hîn çepgirên tirk ên wî diparêzin hene! Hîn hemû derdê wan perwerdeya Kapîtala Marx û klasîkên din ên Marksîzmê ne. Bi gotineke me kurdan “Aş berdane ketine pey çeqçeqê.”


Ji bernameya danasîna çapa Berfîn di Nava Xwînê de ye Ji çepê ber bi rastê ve: Fotis Kuvelis (Wezîrê Ege û Deryavaniyê ya aniha), Prokopi Pavlopulos (Serokwezîrê Yewnanîstanê ya aniha), Pavlos Çimas (rojnamegerekî naskirî ê yewnan), Thilemahos Hitiris (Wezîrê Çapemeniyê yê wê demê) û Cemîl Tûran Bazidî

Mixabin rewşenbiriya kurd pir zêde di bin kontrola rêxistinên kurdan de ye. Ev rewş li Bakur jî, Başûr jî û li Rojava jî wiha ye. Çawa ku partî ji hev dûr in rewşenbîr jî ji hev dûr in û li ser tiştekî hevpar li hev nakin.

Ez di dawiyê de dixwazim li ser têkiliya rewşenbirî û siyasetê de nêrînên we bipirsim. Bi ya we rewşenbîriya kurd hay ji rola xwe heye û xwedî qadeke xweser in?

Mixabin rewşenbiriya kurd pir zêde di bin kontrola rêxistinên kurdan de ye. Ev rewş li Bakur jî, Başûr jî û li Rojava jî wiha ye. Çawa ku partî ji hev dûr in rewşenbîr jî ji hev dûr in û li ser tiştekî hevpar li hev nakin. Parçebûna rewşenbîran di navbera rêxistinên kurdan de bi mînakek nîşan bidim. Çend sal berê bo danasîna pirtûka min a li başûrê Kurdistanê hatibû weşandin, ez hatim vexwendin. Di çalakiya bo pirtûkê ya li Hewlêrê de rewşenbîrên nêzîkî PDK’ê beşdar bûbûn. Çend roj şûn de îcar danasînek din bo heman pirtûkê li Silêmanî hat li dar xistin. Îcar bi tenê rewşenbîr û kesên bi YNK’ê re dixebitîn beşdar bûn! Îcar li bakur jî heman problem heye û heta bi ya min rewşenbiriya bakur zêdetir di bin kontrola siyasî de ye. Hebûna rewşenbîrên rêxistinan şaşî ye. Min çend sal bi tenê ji bo vê meseleyê nexwest pirtûkên min li Tirkiye û Kurdistanê bên çapkirin. Ji ber ku hema bêje hemû weşanxane girêdayî siyasetan bûn. Çima dawiya dawiyê min mafê çapkirina pirtûkên xwe da Avestayê? Sebebe esasî ev e ku Avesta weşanxaneyeke serbixwe ye.

Zarokên Çiyayê Ararat

Di vî warî de PENa Kurd dikaribû roleke baş bilîstana; ji ber ku ew endamekî PENa Navneteweyî ye û ev yek jî di qada navneteweyî de meşrûiyet û derfeteke mezin dide vê rêxistinê. Lê qasî ez dibihîzim PEN bi giranî nêzîkî siyaseta bakur e û hêdî hêdî temsiliyeta parçeyên din kêm dibe. Li aliyekî din kesên bi tirkî dinivîsin jî êdî dibin endamên PENê e û ev yek jî min xemgîn dike. Kesên di destpêkê de vê saziyê ava kirin aniha tê de ciyê xwe nagirin. PEN bi hewldanên Huseyîn Erdem ku wê demê li Kolnê mamoste bû hat avakirin. Erdem demeke dirêj jî di radyoya WDR ya Almanyaya Demokratîk de bernameya bi kurdî amade dikir.  

Berevajiya kiryarên siyasetên kurd, dewleta tirk di salên 80’yan de bo danasîna rewşenbiriya tirk xebatê dikir. Di 1989’an de ez li ciyekî bûm şahidê axaftina konsolosê tirk ê Bonnê û hin hevalên li derdora wî. Camêr digot ku ‘dewlet dibêje bila pirtûkên Orhan Pamûk li zimanên biyanî bên wergerandin’ û ji bo vê jî dewlet ji dîplomatên xwe yên li Ewrûpa daxwaza meşandina vê xebatê dikir. Ew tê vê wateyê ku hîn 30 sal berê dewleta tirk dixwest tirkekî nobel bigire û rewşenbiriya tirk li qada navneteweyÎ bêtir bê naskirin.

Antolojiya Helbesta Kurdî

Hemû berhemên Cemîl Tûran Bazidî

(To Matomeno Hiyono Louloudo) “Berfîn Di Nav Xwînê de ye” (2001, Atîna);

(Ta Matia Tu Likou) “Çavên Gurgî” (2003, Atîna);

(İ Nikta Pu Evlepe Tin Mera) “Şeva ku Li Rojê dinêre” (2006, Atîna);

(Ta Pedia Tu Ararat) “Zarokên Çîyayê Agirî” (2008-2016, Atina);

(Eki O Teos Kimotan) “Xwedê Li Wir Nivistî bû” (2013, Atîna);

(Azad me lene) “Navê Min Azad e” (2015, Atîna).

Vekolîn:

(Arkea SofiaTon Kurdon Εzidi ) “Zanayên Dêrînî yên Kurdên Êzdî” (2013, Atîna) ;

(Antoloji Sinxono Kurdus pites) Antolojiya Helbesta Kurdî (2017, Atîna)

Reng, ramanê didine jîyana me – album (2017, Atîna)

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

DEM wê li Çêrmûgê pergala rantê hilweşîne

Bi rêya şaredariyê, pergaleka rantê ava kirine. Rêvebiriya heyî ya AKPê ya Çêrmûgê ne dixwaze …