NY ji bo komkujiya li Rojava lêpirsîn vedike

Ofîsa mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ew ê di derbarê komkujiya li hember kurdên li Rojava de lêpirsînekê bidin dest pê kirin. Berdevkê ofîsê Cecil Paula di televîzyona Russia Today’de da xuyakirin ku komîsyona wan niha lêkolînê li ser çend raporên di derbarê vê mijarê de hatine amadekirin, dike.

Paula da zanîn ku eger di encama vê lêpirsîn û lêkolînê de komkujiya qala wê tê kirin bê piştrastkirin, wê wekî sûcên şer bê hesibandin û êrîşkar bên darizandin.

Çend roj berê, Wezîrê Karê Derveyê Rûsyayê Sergey Lavrov mijara komkujiya kurdan nirxandibû û gotibû ku “Divê êdî dawî li vê were anîn. Hêviya me ew e ku Konseya Ewlekariyê ya NY bê şert û merc hemû çalakiyên terorê şermezar bike û helwesteke hevgirtî nîşan bide.”

Komkujiya Til Eran û Til Hasilê

Li gorî gotinên nişteciyên ji ciyê bûyerê reviyabûn, di 1’ê Tebaxê de endamên Cephet El-Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê êrîşê du gundên kurdan ên bi navê Til Eran û Til Hasilê ku li bakurê Helebê bûn, kiribûn û gelek zarok û jin û mêrên yextiyar kuştibûn. Li gorî texmînan, hejmara kesên di vê komkujiyê de hatine kuştin nêzîkî 450’ye.

Hin nişteciyên ji gund reviyabûn ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re ragihandibûn ku ji 40 malbatên ji gund bi tenê çend endamên 3 malbatan ku hejmara wan 13 kes bûne, ji gund reviyan e û piştî 3 rojan gihîştine bajarê Efrînê. Nişteciyan diyar kiribûn ku komên çekdar ên girêdayî rêxistinên îslamî, li ber çavên wan xizmên wan kuştine û hin ji wan revandin e.

Çavkanî:

www.rudaw.net

www.hawarnews.com

 

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …