NY: ”Daişê jenosîd li êzidiyan kiriye”

 

Neteweyên Yekgirtî êrîşa Daişê ya ser êzidiyên Şengalê di tebaxa 2014ê de weke jenosîd bi nav dike û diyar dike ku jenosîd hê jî berdewam e.

Bi êrîşa Daişê ya ser Şengalê di tebaxa 2014ê re zilamên êzidî bi awayekî sîstematîk hatibûne kuştin, jin û keç weke koleyên cinsî hatibûne bi kar anîn. Bi sedhezaran êzidî jî bi çol û çiyan ketibûn. Neteweyên Yekgirtî binavkirina jenosîdê dispêre lêkolîneke berfireh ku li Îraq û Sûriyê kiriye û radigihîne ku jenosîd hê jî berdewam e.

Neteweyên Yekgirtî bi vê raporê ji Konseya Ewlekariyê dixwaze ku ew binavkirina jenosîdê weke biryar bistîne.

Li gor qanûnên navneteweyî eger bûyerek weke jenosîd were qebûl kirin berpirsiyariya dewletan e ku hem pêşiya wê bigrin, hem jî yên ku ew pêk anîne bidine mehkemê. Derbarê aliyê hiqûqî de em ê di rojên pêş de raporeke berfireh biweşînin.

Lê îro bi belavbûna rapora Neteweyên Yekgirtî re me telefon da hejmarek çalakvanên êzidî yên li Swêdê Tariq Reşo Sîto, Rafî Zîwan, Dîndar Çîço û Şakir Mado.

Çalakvanên êzidî hêvîdar in ku daxwaza NY bibe biryara Konseya Ewlekariyê, ji bo êzidiyan ew bibe star da ku cardin tûşî tu fermanan êdî neyin.

Jêder: Radyoya Swêdê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Em hemû nîvco ne

Hevpeyvîn: Ronî Riha Sibeyekî dema diçûm dibistanê, li ber çavên min hema du sê mêtro …