Nûnerên katalan li Parlamentoya Ûrûgûayê bûn

 

 

 

Nûnerên katalan di mijara pêvajoya serxwebûna Katalonyayê de beşdarê civîneke li Parlamentoya Ûrûgûayê bûn.

Wekî nîqaşên li Parlamentoya Danîmarkayê û Îrlandayê ku çend meh berê pêk hatibûn, vê carê jî rewşa siyasî ya Katalonyayê li Parlamentoya Ûrûgûayê bû mijara nîqaşê. Sekreterê Têkiliyên Derve û Yekitiya Ewropayê yê Hikumeta Katalonyayê Roger Albinyana û Sekreterê Giştî yê Konseya Dîplomasiyê ya Katalonyayê (DIPLOCAT) bi endamê Komîsyona Têkiliyên Navneteweyî ya parlamentoyê re civînekê li dar xistin.

Roger Albinyana di civînê de diyar kir ku hilbijartinê bê ya li Katalonyayê bi wateya referandûma serxwebûnê wê bê lidarxistin û sebeba vê yekê ev e ku hikumeta îspanyol lidarxistina referandûmeke li ser vê mijarê qebûl nake.

Albert Royo jî li ser karaktera demokratîk, aştîxwaz û entegratîf a pêvajoya serdestiyê ya katalan sekinî û got ku wê ev yek di xwepêşanda ku di 11’yê Îlonê de bê lidarxistin de baş bê dîtin.

Piştî civînê nûnerên katalan bi Serokê Parlamentoyê Alejandro Sanchez re civiyan. Paşê hin nûnerên partiyên siyasî û rêvebirên herêmî ku bi meseleya serxwebûna Katalonyayê re eleqeder dibûn, bi nûnerên katalan re hevdîtinekê pêk anîn.

Înfowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …