Serokê NPLD’ê Baztarrika ye

 

Berpirsê Polîtîkaya Ziman a Welatê Bask Patxi Baztarrika û Alex Riemersmayê ji Wîlayeta Friesland a Holandayê wekî serok û cîgirê serok ê Tora Destekirina Cihêrengiya Ziman (NPLD) a Ewropayê hatin hilbijartin. Serokê NPLD’ê Baztarrika wê ji îro pê ve hedef û planên çalakiyê yên vê torê diyar bike.

Patxi Baztarrika di derbarê vê mijarê de agahî da û got ku divê zimanên fermî, herêmî û yên dewletên biçûk zêdetir zindî bin. Baztarrika diyar kir ku pêdivî heye ku hemû ziman têkevin nava retorîka pêşketina aboriyê û pîşeyan lê ziman tiştekî ji vê retorîkê derbastir dike ye.  Serokê nû yê NPLD’ê pê de çû got ku ziman bi ahenga civakî, nasname û rûmetên mirov re girêdayî ye û da zanîn ku herkes divê di derbarê realîteya ziman a kesên din û zimanên ku kêm tên bikaranîn de haydar be.

NPLD saziyeke ewropî ye k u di warê polîtîka û plankirina zimanên fermî, herêmî û yên kêm tên bikaranîn de dixebite. Di saziyê de hem dewlet, herêm, zanîngeh û hin saziyên sivîl tên temsîlkirin.

 

Jêder: Npld.eu

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …