Neteweperestiya Hînd û Betalkirina Statuya Keşmîrê

Keşmîr welatekî berfireh e ku di navbera 3 dewletan de hatiye parvekirin. Parçeya herî mezin ku ji % 43’ê erdên welêt pêk tine, di bin kontrola Hîndîstanê de ye. Pakîstan ji % 37 û Çîn jî ji % 20’ê Keşmîrê kontrol dike.

Hîndîstan xwedî cîhêrengiyeke pir mezin a etnîk, olî û zimanî ye. Hîndûîzm, îslam, xrîstiyanî, sîh û budîzm çend ji olên mezin ên li vî welatî ne.

Di asta rêvebiriya navendî de, zîmanên hîndî û îngilizî tên bikaranîn. Li aliyekî din, di bin navê ‘’zimanên herêmî’’ de 22 ziman di asta eyaletan de tên naskirin. Çend ji van zimanan ev in: Hîndî, bengalî, maratî, telûgû, gujaratî, tamîlî û ûrdû. Li Hîndîstanê 30 ziman herî kêm ji aliyê milyonekî kesî ve tê axaftin.

Hîndîstan piştî serxwebûna xwe ya ji Brîtanyayê, ji bo avakirina yekitiyek siyasî li ser vê bingeha xwe ya cihêreng, ket nava lêgerîna sîstemeke siyasî. Lîderên serxwebûna welêt, di 1950’an de li ser sîstema federal li hev kirin û destûra bingehîn a Hîndîstanê hat amadekirin.

Federalîzma Hîndîstanê, bi giranî li ser bingeha sînorên ziman hatiye damezrandin. Sînorên gelek eyaletan, di heman demê de sînorên zimanan jî nîşan didin.

Di 1949’an de, bi xala 370. a Destûra Bingehîn a Hîndîstanê, erkên berfireh tranferê Keşmîrê hatibûn kirin. Di çarçoveya otonomiya taybet de, Keşmîr xwedî parlamentoyek herêmî bû û di meseleyên hundir de xwedî maf bû.

Narendra Modî

Hukumeta Narendra Modî

Narendra Modî ku serokê Partiya Bharatiya Janata (BJP) ye, di 2014’an de bû serokwezîrê Hîndîstanê. Di hilbijartinên Gulana 2019’an de dîsa BJP bi ser ket û Modî ji bo 5 salên din mafên domkirina serokwezîrtiyê bi dest xist.

Modî, ji dema hatiye ser kar û heta niha bi polîtîkayên xwe yên netewperest, li welêt parçebûna olî û zimanî xurtir dike. Ew û partiya wî, bi giranî di bin tesîra îdeolojiya Hîndûtwa de ne.  Li gorî vê îdeolojiyê, Hîndîstan welatê hîndûyan e û bawermendên olên din, bi tenê dikarin bi destûra xwediyê vî welatî, li ser vê axê biminîn.

Serokwezîr Modî, di 5 salên xwe yên li ser kar, polîtîkayên marjînalkirina kêmarên olî, bi taybetî jî ên ji bo marjînalkirina kêmara misilman meşand. Li vî welatî 200 milyon misilman dijîn û bi vê hejmarê ji % 14’yê nifûsa pêk tînin. Li eyaletên li bakurê Hîndîstanê, gelek muxalifên hukumetê bi hinceta ku ew maoîst in xist girtîgehê, li zanîngehan akademîsyenên pêşverû ji kar derxist û êrîşî hejmareke zêde ya tevgerên sosyal kir.

Betalkirina statuya Keşmîrê

Hukumeta Modî bi, bi betalkirina statuya taybet a Keşmîrê, gava xwe ya herî bi xetere avêt. Pêşnûmaqanûna ku di nava wê de betalkirina statuya eyaleta Keşmîrê jî hebû, di 6 Tebaxa 2019’an de ket rojeva Parlamentoyê Delhiya Nû. Pêşnûmaqanûn bi 370 dengên wekîlên neteweperest ên Hîndû (ji % 86’ê wekîlan) hat qebûlkirin.

Di 1949’an de, bi xala 370. a Destûra Bingehîn a Hîndîstanê, erkên berfireh tranferê Keşmîrê hatibûn kirin. Di çarçoveya otonomiya taybet de, Keşmîr xwedî parlamentoyek herêmî bû û di meseleyên hundir de xwedî maf bû. Parlamentoya herêmê, dikaribû di warê çandinî, endustrî, hin bacên li herêmê tên berhevkirin û rêvebiriya girtîgehan de qanûnan qebûl bikirana. Hukumeta herêmî, di mijarên wekî hiqûqa cezayê, kontrola buhayên berhemên li herêmê tên firotan, hiqûqa sendîka, îflas û zewacê û hiqûqa derbarê meslekan de (pîşe) dikaribû bi riya hevkariya bi hukumeta Hîndîstanê re qanûnan çêbikirana.

Li gorî daneyên serjimara 2011’an, ji % 68`ê nifûsê misilman e, ji % 28 hîndû ye û yên mayî jî sîh, bûdîst û xrîstiyan in.

Keşmîr: Kurteagahî û paşxaneya pevçûnê

Keşmîr welatekî berfireh e ku di navbera 3 dewletan de hatiye parvekirin. Parçeya herî mezin ku ji % 43’ê erdên welêt pêk tine, di bin kontrola Hîndîstanê de ye. Pakîstan ji % 37 û Çîn jî ji % 20’ê Keşmîrê kontrol dike.

Li Hîndîstanê bi fermîtî navê Cammû û Keşmîr li vî welatî hatiye dikin. Ev welat, 222 hezar kîlomêtre çargoşe ye û nifûsa wê 12.5’e. Ji bilî zimanê fermî ku ûrdû ye, keşmîrî, hîndî û çend zimanên din jî li vir tên axaftin.

Li gorî daneyên serjimara 2011’an, ji % 68`ê nifûsê misilman e, ji % 28 hîndû ye û yên mayî jî sîh, bûdîst û xrîstiyan in.

Meseleya Keşmîrê ji destpêkê ve di navbera Pakîstan û Hîndîstanê de bûye mijara nakokiyên kûr. Her du welat heta niha sê caran bi hev re şer kirine ku sebeba herî mezin a şeran Keşmîr bûye.

Di 1989’an de, bi pêşengiya partiyên radîkal ên misilman ku Pakîstan pişta wan digirt, li Keşmîrê şerê navxweyî dest pê kir. Hîndîstan ji bo têkbirina serhildanê bi sedhezeran leşkerên xwe li wir bi cî kir û şerekî qirêj meşand. Di şer û pevçûnên di navbera her du aliyan de 70 hezar kes hatin kuştin û 8 hezar kes hatin windakirin.  

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …