Nehêlin Polonya vegere Serdema Navîn!

Çima pêdiviya we bi xweseriyê heye? Ew ê xweserî ji we re çi bîne? Çima pêdiviya we bi zimanê sîlezî heye? Ev, tiştekî bê wateye û xisarê dide û bi tevahî ne pêwîst e.

Tifaqa Azad a Ewropî (EFA) carekê din di derbarê herêma Sîlezyayê ya Polonyayê’de daxuyaniyekê da. Di daxuyaniya bi sernivîsa “Nehêlin Polonya vegere Serdema Navîn” EFA helwesta Polonyayê ya li dijî kêmara sîlezî şermezar kir.

Di rojên derbasbûyî de wekîlê ji partiya îktîdarê PİS heqaretê li endamê partiya silezî Ruch Autonomii Slaska (RAS) kir. RAS endamê EFA’yê ye û ji bo xweseriya Sîlezyayê xebatê dike. Serokê RAS’ê Jerzy Gorzelik di derbarê meseleya Sîlezyayê de agahî dabû û ji Polonyayê daxwaza xweseriyê kiribû.

Wekîlê ji partiya îktîdarê Stanîslaw Pieta li hember vê daxwazê wiha axivîbû: “Çima pêdiviya we bi xweseriyê heye? Ew ê xweserî ji we re çi bîne? Çima pêdiviya we bi zimanê sîlezî heye? Ev, tiştekî bê wateye û xisarê dide û bi tevahî ne pêwîst e…Korfanty û Mackiewicz (Korfanty yek ji damezrînerê dewleta Polonyayê ye) wê ji bo vê we dardebikirana!”

EFA di daxuyaniyê de diyar kir ku hikumeta Polonyayê li dijî rûmetên Ewropa û demokrasiyê xetereyeke cidî pêk tine û axaftinên bi rengî bi tenê van tirsan piştrast dike. Bi daxuyaniyê EFA bang li Komîsyona Ewropayê, Konseya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê kir û ji wan xwest ku bi mebesta garantîkirina rûmetên bingehîn ên Ewropayê li dijî hikumeta Polonyayê tedbîrên pêwîst bigirin.

Înfowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …