Neandertal 50 hezar sal berê benê qeneb hilberandine

Bêrîvan Ayaz

Neandertal hêlim hilberandine, gewher çêkirine, xwe bi pirçan xemilandine, agirê xwe dadane û li ser dîwarên şikeftan resim xêz kirine. 

Mirovahî ji kengê ve hilberîne zane ?

Bi qasî ku dihat zanîn dîroka şaristaniyê herî zêde digîhîje 15 hezar sal beriya niha.

Lê ji dema Neandertalan ku beriya 200 hezar sal  li ser rûyê erdê jiyane, şûnwarên qeneban hatin keşifkirin.

Neandertal hêlim hilberandine, gewher çêkirine, xwe bi pirçan xemilandine, agirê xwe dadane û li ser dîwarên şikeftan resim xêz kirine. 

Zanyar, di encama lêkolîna li başûrê Fransayê rastî şopa neandertalan hatin.

Reproduksiyona neandertalekî

Ev cureyê mirovên berê, derdora 41 hezar sal li ser rûyê erdê jiyane

Di lêkolînê de şûnwarên qenebên neandertal bikar dianîn, derketin holê.

Dirêjahiya qeneb 6 bera wî 0,5 mîlîmetre ye.

Benê qeneb, li dora kevirek bi dirêjahiya 60 mîlîmetreyî lefandî hat dîtin.

Tê texmînkirin ku qeneb 52 hezar sal berê hatiye bikaranîn.

Zanyar difikirin ku vî qenebî, yan ji bo hilgirtina tebeqeyek yan jî ji bo çenteyeke kêran hatiye çêkirin.

Zanyar vî benî, di qada arkeolojiyê de weke bûyera herî kevn a teknolojîk dinirxînin û bi vê keşfê dibin şahidê hunera zîhnî ya neandertalan.

Lêkolîna zanyaran a derbarê neandertalan de di Scientific Reports de hat weşandin.

Sernivîskarê lêkolînê Bruce Hardy da zanîn,  ew ji hêla anatomiyê ve hêza mejiyên neandertalan û mejiyê mirovên serdema modern dikarin bînin beranberê hev.

Benê qeneb ên li Fransayê hatin keşifkirin

Pisporê arkeolojiyê Hardy diyar kir ku teknolojiya qeneb, di warê amûrên bisînor û bikaranîna bêsînor de mînakek balkêş e. Lewma çêkirina benikê qenebê, dişibîne ziman.

Keşfa benê qeneb ya berî vê, li Îsraîlê, li qada lêkolînê ya Ohalo II hatibû kirin.

Lê ev qeneb 19 hezar salî bûn û bi mirovên modern re pêwendiya wan hebû.

Lê di qenebên nû hatin keşifkirin de rewş cûda ye.

Lewra gelek benikên ji nebatan çêbûne bi badanê gihaştine forma qenebî.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …