Ne welatê wan heye û ne jî mafên wan hene

 

 

 

Li Komara Domînîkê welatiyên ji dêbavên ji Haîtiyê hatine bi problemên giran ên welatîbûnê re rû bi rû mane. Bi deh hezaran welatiyên bi vî rengî çend salên dawîyê ji mafên welatîbûnê bêpar in.

Di Rezbera 2013’an de Dadgeha Bingehîn a Domînîkê bi biryarekê mafên welatîbûnê ji destên girseyeke mezin a welatiyên ji dêbavên ji Haîtiyê girt. Bi vê biryarê hemû mafên civakî û aboriyê yên van welatiyan jî ji dest çû.

Digel ku vê rewşê gelek caran ji aliyê UNHCR (Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Penaberan), Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirov a Neteweyên Yekbûyî (OHCR), Yekitiya Karayîbê (CARICOM) û Komîsyona Nav-Amerîkî ya Mafên Mirov hat rexnekirin, dewleta Domînîkê heta niha paş de gav navêt.

MapaHaiti3

Domînîk û Haîtî du welatên biçûk in û bi hev re giraveke ku mezinbûna wê ji 76.500 km2 ye pêk tînin. Di du sed salên dawiyê de elîtên Domînîkê li ser bingeha argumana “haîtîbûn”a welat ajîtasyonê dikin û bi vî awayî di nava civakê de hestên antî-Haîtiyê herdem zindî dikin. Serdestiya Haîtiyê ya li ser Domînîkê ya di navbera 1822-1844’an de yek ji sebeba dîrokî ya herî girîng e ku argumanên neteweperestiya Domînîkê li ser hatiye damezrandin.

Haîtî  welatê pêşeng ê Amerîkaya Latîn e ku ji kolonîzasyona Ewropayê rizgar bûye. Welat piştî têkoşîna berfireh a koleyan, di 1804’an de ji Fransayê serxwebûna xwe bi dest xistibû.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …