Nasnameya talîşiyên Azerbaycanê di ber xwe dide

Talîş, navê komeke etnîk ê li herêmeke li başûrê Azarbaycanê û bakurêrojavayê Îranê ye. Li vê herêma çiyayî ya li ser sînorê Îranê bi sedan salane vî gelî dijî. Zimanê vê herêmê talîşî ye ku ji aliyê UNESCO’yê ve wekî zimanekî dike rastî xetereyê bê tê nîşandayîn. Ji ber tunebûna derfetên debarê gelek ciwan terka heremê dikin û ev jî dike ku ziman û çanda talîş bi lez ji holê rabe.

Tê texmînkirin ku nifûsa gelê talîş milyoneki ye. Ji vê hejmarê 600 hezar li Azerbaycanê û 400 hezar jî li îranê dijîn. Zimanê talîşî girêdayê malbata zimanê îranî ye û sê zaravayên talîşî hene. Yek ji wan zaravayê bakur ku piranî li Azerbaycanê tê axaftin û ên din zaravayê navendî û a başûr e ku li îranê tên axaftin.

Kakalos bajarê sereke yê li herêma talîş e ku piraniya nifûsa herêmê li vî bajarî rûdinên. Di demên berê de şêniyên herêmê li gundên li Çiyayê Talîş rûdiniştin û çandiyê dikirin. Bi awayekî xwezayî, zimanê civakê di wan şert û mercan de bi tevahî talîşî bû. Di sedsala 19’emîn de Rûsya û Îran piştî şerekî, herêmê di nav hev de parve kirin û Kakalos ket destê Rûsyayê. Piştî Azerbaycan di 1991’an de serxwebûna xwe ji Yekitiya Sovyetê bi dest xist, vî bajarî tevlî derdora xwe ket destê Azerbaycanê.

Di dema serdestiya Azarbaycanê de nasnameya etnîk û zimanî ya herêma Talîşê rastî polîtîkayên asîmîlasyonê hat û li ser civakê nasnameya azerî hat ferzkirin. Li hember vê çewsandinê hin kes ketin nava tevgerê û xwestin ji Azerbaycanê veqetin an jî qet nebe herêmeke xweser damezrînin. Di 1993’an de di bin rêberiya leşkerekî payebilind ê talîşî de Komara Xweser a Talî-Mughan hat damezrandin. Hêzên Azerbaycanê ji bo hilweşandina vê serhildanê ketin nava tevgerê û du meh şûn de vê komarê hat hilweşandin.

Polîtîkayên Azerbaycanê yên li hemberê vê herêma biçûk a sînor hîn jî li ser kar in. Li dibistanan bi zimanê talîşî perwerde nayê kirin. Li aliyekî din, hin şêniyên herêmê bawer dikin ku di serjimaran de de dewlet hejmara nifûsa herêmê kêm nîşan dide.  Ev yek zêde dûrî rastiyê xuya nake. Ji ber ku gelek dewlet hewl didin ku hejmara kêmarên xwe kêm nîşan bidin da ku berpirsiya dayina mafên berfireh ji ser xwe bavêjin.

Piştî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yê Azerbaycanê, îro nasnameya Talîş gelek lawaz bûye û heta di serê gelek mirovên talîşî de tevliheviyek li ser nasnameyê derketiye holê. Êdî gelek kes hay ji nasnameya xwe ya etnîkî ya taybet tuneye û di nava civaka azerî de gav bi gav dihele. Alîgirên xweseriyê û mafê çarenûsiya herêmê ji bo bilindkirina hişmendiya etnîk di nava tevgerê de ne. Lê wiha xuya dike ku li hember polîtîkayên dewletê ku li ser civakê tesîreke mezin kiriye, karên  wan gelek zehmet e.

Înfowelat

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sîstema fransî pêşî li pêşniyazqanûna Macron girt

Konseya Destûra Bingehîn a Fransayê ji yekan sêyê vê belgeyê ango ji 35 xalên ji …