Naskirina mafê xweseriya kurdan

 

 

01/06/2014

Îro li Tirkiyeyê Modern Özerklik Sistemleri hat weşandin

Îro xweseriya polîtîk ji bo bi milyonan kurdên ku li hemû cî û dewletên ku bi awayekî kevneşopî dijîn, hêviyeke pir mezin e. Divê vê rastiyê di kêliya dîrokî de ku kurd bi armanca parastina aştiyê û mafên xwe yên bingehîn herî kêm li çar dewletan ji bo xwerêvebirina terîtoryal têkoşînê dikin, bê gotin. Îro Weşanxaneya NİKA’yê ya li Enqereyê pirtûka min a li ser sîstemên modern ên xweseriya cîhanê (“Modern Özerklik Sistemleri”) diweşîne. Mixabin Tirkiye ne di nava 20 dewletên ku vê forma parvekirina hêzê ya terîtoryal damezrandine de ye. Bi vî awayî, Herêma Xweser a Kurdistanê ya li Iraqê yekemîn û tekane xweseriya dixebite ya li Rojhilata Navîn e. Çima divê xweserî ji bo çareseriyeke aştîxwaz a ji bo nakokiya tirk-kurd a li Tirkiyeyê pêk neyê?

Digel ku xweseriya terîtoryal ji aliyê hêzên polîtîk ên demokratîk tên xwestin, heta niha ji aliyê hikumeta li Enqereyê bi awayekî cidî li ser nehatiye sekinandin. Pirtûkên min ên berê yên li Tirkiyeyê (Avrupa’nin Özerk Bölgeleri û Etnik Uyuşmazlıkların Özyönetimle Çözümü yên ji aliyê Necat Ayaz ve ji bo Weşanxaneya ARAM’ê hatin wergerandin û di 2013’an de hatin weşandin) jî di heman demê de hewldana ji bo zengînkirina nîqaşa serbest a li Tirkiyeyê dom dikir, bûn. Di vî warî de ez xemgîn bûm ku doza ku ji aliyê Dozgerê Komarê yê Amedê ya li dijî ARAM’ê û hat vekirin û me herdu aliyan jî bi propagandaya antî-tirk rexne kir, heta niha nehatiye betalkirin.

Îro Tirkiye divê ji bo têkiliyên xwe yên bi kurdên ku li hemû aliyan bi awayekî kevneşopî dijîn bingeheke nû amade bike. Bihevnebawerbûn, cudaxwaziya siyasî û çandî û zexta bi şîdet a 90 salan divê bê bidawîkirin. Niha dema guherandina Destûra Bingehîn a Kemalîst a 1923’an e ku bi vî awayî wê riya naskirina fermî ya gelê kurd ê li Tirkiyeyê bê vekirin. Xweseriyeke terîtoryal a modern a demokratîk ligel standardên navneteweyî û li ser temînatan hatiye damezrandin dikare ji bo vê pevçûna hişk bibe çareseriyeke demokratîk a domdar. Vê tedbîrê bi salane li 35-36 herêmên li 10 dewletên ewropî ku di nava wan de herêma min jî heye, dom dike. Piraniya van xweseriyan di wersiyona tirkî ya pirtûka min ku nû hatiye hatiye weşandin de bi kurtahî hatine vegotin.

Ji bilî vê, di heman demê de ez dixwazim qala mijara pir acîl a di derbarê kurdan de bikim. Di Çileya 2014’an de herêmen mezin ên kurdan Efrîn, Kobanê û Cizîrê ya li Sûriyeyê 4 milyon kurd, xrîstiyan, ereb û kêmarên din herêmeke xweser îlan kirin. Vê qadê niha ji aliyê hezên mixalif ên Sûriyeyê ve hatine dorpêçkirin lê Tirkiye sînorên xwe girtiye û ev jî asteng dike ku konvoyên ku alikariya humanîter dikişînin negihîje bi hezaran penaberên li vê herêmê dijîn. Wekî din, Tirkiye bi armanca nûnerên siyasî yên meşrû yên herêmên xweser ên Rojava li derveyê hevdîtinên aştiyê yên Cenev II’yê  bimînin, zextê li ser DYA’yê kir. Di vê rewşê de, ji bilî Iraqê (deriyê sînor di 19’yê vê Sibatê de hat vekirin), ji aliyê hemû dewletên cîran ambargo tê meşandin. Divê Tirkiye bilez blokaja xwe betal bike da ku destûrê bide hemû tedbîrên parastina ji bo nifûsa sivîl a Rojava û paşê jî ji bo hemû Sûriyeyê.

Thomas Benedikter

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Hong Kong: Ji bo civakeke cihê paşxaneya nasnameyeke xwerû

    Protestoyên ji bo demokrasiyê li erdeke ku 150 sal in di riya xwe …