Nagasaki di 77.salvegera xwe de hat bibîranîn

Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de çeka nukler cara ewil li dijî Japonyayê hat bikaranîn.

Amerîkayê li pêy Hiroşîmayê bi sê rojan, di 9’ê Tebaxa 1945’an de, bombeya atomê avêt Nagasakiyê.

Wekî Hîroşîmayê, Nagasakî jî ji binî ve xera bû û bi dehhezaran kes mirin

Ji bo bîranîna karesata Nagasakiyê, li bajêr merasîmek hat lidarxistin

Li Japonyayê qurbanên karesata atomê ya Nagasaki bi bernameyeke merasîmekê hatin bibîranîn.

Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida, beşdarî merasîma Parka Aştiyê ya Nagasakiyê bû.

Ji bo bîranîna qurbaniyan çelenk danî ber Peykerê Aştiyê.

Şêniyên bajêr jî tevlî vê bernameyê bûn û qurbaniyên wê demê bi bîr anîn.

Bombekirina Nagasakiyê

Ciyê Hirosima û Nagasaki ya li Japonyayê. Di karesata atomê ya di 1945’an de li her du bajaran di navbera 130 û 230 hezaran de mirov hatin mirin.

Di dawiya Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, çeka nukleer bo yekem car, li dijî Japonyayê hat bikaranîn.

Amerîkayê di 6’ê Tebaxa 1945’an de Bombeya Atomê avêt Hîroşîmayê.

Li pêy Hîroşîmayê bi sê rojan, bombeyeke din jî avêt Nagasakiyê.

Bi teqînê re, di roja ewil de 40 hezar şêniyên bajêr mirin.

Bi dehhezaran kes jî li pêy bombeyê, ji ber sedema radyasyonê mirin.

Împaratorê Japonyayê Hîrohîto, di 15’yê Tebaxê de ji radyoyê teslîmbûna Japonyayê ragihand.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …