Nagalim têkoşîna rizgariyê didomîne

Nagalim welatekî li başûrêrojhilata Asyayê ya di navbera Çîn, Hîndîstan û Myanmarê de ye. Ji ber vê rewşa xwe ya cografîk, piştî rizgariya ji destê kolonyalîzmê, Hîndîstan û Çîn xwestine li vî welatî bibin serdest. Hemû erdên Nagalim digihîje 120,000 km2 û nifûsa gelê naga li derdora 4-5 milyonî tê texmînkirin. Di dema pêkanîna eyaleta Assamê ya Hîndîstanê de piraniya welat di nava vê eyaletê de maye û parçeya din jî ketine destên Myanmarê. Ji wê demê û şûn ve gelê naga têkoşîna rizgariya neteweyî li dijî Hîndîstanê dimeşîne.

Kurtedîroka têkoşîna naga

Beriya rizgariya Hîndîstanê ji kolonyalîzma brîtanî, gelê naga di 1947’an de serxwebûna xwe îlan kirin. Piştî hevdîtinên ku bi salan dom kirin, Hîndîstan di 1954’an de Nagalim dagir kir. Piştî dagirkirinê, gelê naga li hemberê hîndîstaniyan dest bi têkoşîna çekdarî kir. Di 1997’an de di navbera her du aliyan de agirbest hat ragihandin û li welatên sêyemîn hevdîtin dest pê kirin. Di 2015’an de hikumeta Hîndîstanê û nûnerên naga li ser Peymana Çarçove ku ‘dîrok, nasname û serdestiya xwerû ya erdên naga naskir.’ Bi heman peymanê tevlîbûna erdên din ên naga ya bi herêma Nagalandê re jî hat naskirin. Di Tebaxa 2017’an de Konseya Sosyalîst a Neteweyî ya Nagaland (NSCN) ragihand ku her du alî jî nêzîkî peymana dawî ne. Mixabin heta aniha li ser sînora erdên Nagalim nehatiye lihevkirin û lewma jî peymana dawî ya aştiyê nehatiye îmzekirin.

Kolonîzekirina erdên naga

Hîndîstan çavkaniyên binerdê ya Nagalim bêyî ku guh bide rewşa ekolojiyê ya welat derdixe û ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Di encama vê kolonîzasyona hovane de daristan tên tunekirin û cihêrengiya biyolojîk a Nagalandê xisareke mezin dibîne. Di encama derxistina madenan de qirêjiya hewayê jî pêk tê û ev jî li ser guherîna avhewayê û hilberîna çandiniyê tesîreke xerab dike. Hilweşîna xwezaya gelê naga nahêle gel bi vê xwezayê re têkiliyeke pêwîst çêke û bi vî awayî jî çand û kevneşopiya xwe bidomîne.

Komeke gerîlyanên naga

Şer û Aştî

NSCN rêxistineke maoîst e û ji bo serxwebûna Nagalim demeke dirêj e têkoşîna çekdarî dimeşîne. Lê vê rêxistinê jî di mava xwe de bûye du beş û yek ji wan NSCN (IM) ye ku di demên dawî de giraniyê daye hevdîtinên aştiyê. NSCN (IM) di daxuyaniyeke kevn de dabû xuyakirin ku ew dixwaze aştiyê bidomîne û vê diyar kiribû: “Şîdet heta aniha ji bo armanceke baş xizmetê nekiriye û problema siyasî ya naga dikare bi tenê bi riya aştî muzakereyê bê çareserkirin.”  Baskê din ê ji rêxistina kevn veqetiya ye NSCN (K) jî bi dewletê re peymaneke agirbestê îmze kiribû lê di 14 salên pêvajoya aştiyê de peymanenek dawî ya di navbera her du aliyan de nehat îmzekirin. Dii 2015’an de vê rêxistinê carekê din dest bi êrîşên xwe yên li dijî hêzên Hîndîstanê kir.  

Înfowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …