MRG: Bajar ji bo kêmar û xweciyan qadên têkoşînê ne

 

 

Koma Mafên Kêmar a Navneteweyî (MRG) rapora xwe ya 2015’an a bi navê Rewşa Kêmarên Cîhanê û Gelên Xwecî weşand. Rapor eşkere kir ku kêmar û xweciyên li bajaran ji cûdaxwaziyê bigire heta şîdetê bi gelek probleman re rû bi rû dimînin.

Gerînendeyê Rêvebirinê yê MRG’ê Mark Lattimer di daxuyaniya çapemeniyê de têkoşîna kêmarên li bajaran wiha îfade kir: “Bajarên herî muhteşem ên cîhanê, biçûk an mezin, hemû jî mînakên pêşketinê yên li ser cîherengiya çandî, nûjenî û entegreasyonê hatine avakirin in. Lê ji bo civakên kêmar û xweciyan realîteya bajaran piranî bi mercên xerab ên li taxên li qeraxa bajaran, şîdeta polîsan û gettobûnê hatiye karakterîzekirin.”

Lattimer di derbarê sebebên parastina kêmar û xweciyan de wiha axivî: “Li bajaran parastina mafên gelên xwecî û kêmar ne tenê di lehê van civakan de ye lê di lehê hemû nifûsa bajaran de ye. Destekirina cihêrengiyê û xwedîderketina vê,  ji ber vê yekê ji bo her bajarê ku dixwaze di dema dirêj de serfiraz be, jiyandinbar be û bi edalet be tiştekî bingehîn e.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji Bangladeşê heta Kolombiyayê û ji Awistralyayê heta Kongoyê gelên kêmar û xwecî bi xizanî, tunebûna xizmetên bingehîn, bi darê zorê derxistina wan a ji wargehên wan, şîdet û destdirêjiyê rû bi rû dimînin.

Bi kurtahî hin agahiyên di derbarê welatan de di daxuyaniyê de wiha cî girtin:

cover

Awistralya: Li civakên aborîcîn ên li çolterê dijîn rêjeya axaftina zimanên dayikê ji % 56’e lê vê hejmarê li bajaran % 1’e.

Bûlgarîstan: Ji nîvî zêdetir civakên roman li taxên li qeraxa bajêr dijîn.

Bûrma: Li herêma Rakhînê bi hezaran misilman ji ber şîdeta li dijî civaka wan koç kirine û li derveyê bajarê Sittweyê di kampên wekî gettoyan de dijîn. Hin ji wan jî xwe li taxa misilman a bajêr girtine lê destûr nade dayîn ku vê civakê ji van ciyan derkeve derve.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka: Kuştina afrîkiyên amerîkî ji aliyê xwepêşandanan ve wekî nîjadperestiya sîstematîk a di nava hêzên polîs de tê nîşandayîn.

Fransa: Kêmar û koçber li banliyoyên li derveyê Parîsê, di rewşeke pir xerab de dijîn. Li van ciyan rêjeya bêkarî û pêkhatina sûc zêde ye.

Iraq: Şîdeta didome her ku diçe dibe sebeba tunebûna kêmarên olî yên bajaran. DAIŞ ligel qewirandina kêmaran ji wargehên wan, li herêmên ne sunî ne dêr û îbadetxaneyan hildiweşîne.

Lubnan: Ji ber nakokiyên mezhebî gelek taxên li Bêrûdê êdî bûne homojen.

Pakîstan: Li Lahorê kesên ku karên paqijiya bajêr dikin xrîstiyan in û kesên wan dixebitînin jî misilmanin.

Somalî: Klanên kêmar li Mogadîşûyê pir zêde bûne û li ciyê ew dijîn şîdeta seksuel, cûdaxwazî û bêaramî zêde bûye.

MRG her sal raporekî berfireh a di derbarê xwecî û kêmarên di bin tehdîdê de diweşîne û wê pêşkêşî raya giştî yê cîhanê dike.

Jêder: Minorityrights.org

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Meclîsa Nûneran a Amerîka di hewldana naskirina jenosida Êzdiyan de ye

  Lijneya karûbarê derve ya Encûmena Nûnerên Amerîka bi yek deng, pirose yasaya di derbarê …