Mînakeke Demokrasiya Pêşketî: Porto Alegre

 

 

 

Bajarê Porto Alegreyê ku bi çalakiyên Forûma Sosyal ê Cîhanê hatiye naskirin, yek ji mînakên herî pêşketî ya demokrasiya lokal e. Ji ber sedema demokrasiya pêşketî ya di xebatên şaredariya (belediye) vî bajarî de Forûma Sosyal di salên 2001, 2002 û 2003’an de sê car li ser hev li vir civiyaye.Forûmê bi vê yekê xwestiye bala cîhanê bikişîne ser xebatên demokratîk a şaredariya vî bajarî. Porte Alegre bajarekî mezin ê Brezîlya’yê ye û di heman demê de paytexta eyaleta bi navê Rio Grande de Sul’e. Bajar bi nifûsa xwe (1.400.000) bajarê pêncemîn ê metropolîtan ê Brezîlya’yê ye.

Aliyê herî balkêş ê demokrasiya xebatên şaredariyê tevlîbûna welatiyên bajêr a ji bo diyarkirina (tespit) butçeyê ye ku jê re Orçamento Participativo (butçeya beşdar) tê gotin. Para butçeyê ku ji aliyê welatiyên bajêr tê diyarkirin qasî ji pêncan yekê (1/5) butçeya tevahî ya Porto Alegre’yê ye. Meşandina vê tevlîbûna demokratîk cara ewilî di sala 1989’an de bi armanca bidawîkirina şertên jiyanê ên newekhev ên welatiyên bajêr dest pê kiriye. Di çarçoveya diyarkirina vê butçeyê de her sal 15.000 welatî rasterast beşdarî civînan dibin. Di van civînan de li ser hewcedariyên taxan nîqaş tên kirin. Li rûyê cîhanê kêm bajar hene ku bi beşdariyeke ewqas fireh welatî pêdiviyên xwe bi serbestî vebêjin û biryara ji pêncan yekê butçeya bajêrên xwe bidin.

Her sal pêvajoya butçeyê bi destpêka sala nû, di kanûna paşîn de (Ocak) dest pê dike û welatî vê mijarê di hemû meclîsên taxan, semtan û meclîsa bajêr de nîqaş dikin. Bi armanca beşdariyeke pêşketî ya welatiyan pêk were, bajar li 16 semtan hatiye parvekirin. Di meha sibatê de îcar li her 16 semtan delegeyên gel her hefte an ji du hefteyan carekê ji bo krîterên teknîkî yên projeya butçeyê û hewcedariyên deveran di ber çavan re derbas bikin, dicivin. Di adarê de li her 16 ciyan civînên giştî tên pêkanîn. Mijara van civînan çûnehatin (ulaşım), tenduristî, perwerdehî, spor û pêşketina aboriyê ye. Hejmara beşdarên hin ji van civînan digihîje qasî 1000 kesî û di civînan de delegeyên taxan tên hilbijartin. Aliyekî demokratîk ê civînan ev e ku şaredar û rêvebiriya şaredariyê jî beşdar dibin û fikar û pirsên gel dibersivînin. Her yek ji van 16 semtan xwedî konseyeke jêr e û van konseyan bi armanca ku hemî bajêr temsîl bike Konseya Nûneran hildibijêr in.

Piştî gava yekemîn a nîqaş û hilbijartina nûnerên gel, bi tevlîbûna 42 nûnerên gel ku di civînên giştî de hatibûn hijbijartin, Konseya Şaredariyê ya Butçeyê dest bi xebatê xwe dike.

Armanca vê konseyê bi çavkaniyên heyî yê bajêr bersiv bide daxwazên her taxên bajêr. Peywireke (wezîfe) din a konseyê jî pêşniyarkirin û paşê jî qebûlkirina butçeyê ye. Meclîsa Şaredariyê dikare ji bo butçeya ku bi awayeki demokratik hatiye qebûlkirin hinek tawsiyeyên bike. Mafê meclîsê tuneye ku butçeya ji aliyê Konseya Şaredariyê ya Butçeyê ve hatiye tespîtkirin, red bike. Tekane kesê ku bikaribe butçeyê veto bike an wê li konseyê vegerîne şaredar e. Lê şaredar heta niha hurmeta xwe ya ji bo vê pêvajoya demokratîk nîşan dane û ti car mafên xwe yê vetoyê pêk neanîne.

Di encama meşandina pêvajoya demokratîk a tevlîbûna gel de li Porto Alegreyê pêşketinên berbiçav pêk hatine. Çend ji van pêşketinan ev in:

  • Girêdana avê û qenelizasyonê a ji bo malan ji % 75’an sala 1988’an gihîştiye % 98’an a di sala 1997’an de.
  • Ji sala 1986’an û vir ve hejmara dibistanan çar qat zêde bûye.
  • Butçeya tenduristî û perwerdehiyê ji % 13’an a di sala 1985’an de gihîştiye % 40’î a di sala 1992’an de.
  • Butçeya ku gel beşdarî diyarkirina wê dibe, ji % 17’an a di sala 1992’an de gihîştiye % 21’an di sala 1992’an.

 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …