Mêvanên Farqînê bi sê zimanan tên pêşwazîkirin

 

 

Şaredariya Farqînê ji bo riya di navbera bajaran de tabelayên bi sê zimanan amade kir û wan pêşkêşî xizmeta rêwiyan kir.

Şaredariyê di çarçoveya “şaredartiya pirzimanî” de di tabelayên amade kir de kurmancî, zazakî, tirkî îngilizî bi kar anî û bi van zimanan ji welatiyan re got “Hûn bi xêr hatin navçeya me.”

Beriya vê jî şaredariyê li ber deriyê şaredariyê tabelaya kurdî û tirkî daleqandibû. Herwiha, tabelayên kevn ên ku danasîna şaredaran bi tirkî dihatin kirin hatibûn guherandin û di dewsa wan de “Hevserok-Eşbaşkan” ên duzimanî hatibûn daleqandin.

Li aliyekî din, şaredarî êdî anonsê xwe jî bi kurdî û tirkî dike. Hemû anonsên şaredariyê û yên saziyên din, bi riya hoparlorên li nava navçeyê êdî ji welatiyan re bi zimanan tên xwendin.

Jêder: Malabadigazetesi.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …