Mesût Barzaniyê Kurdistanê yek ji lîderê herî bi tesîr ê Rojhilata Navîn ê 2013’an e

 

 

Di 2013’an de lîderê herî serfiraz ê Rojhilata Navîn kî bû? Dagirtina tabloyên dawiya salê ku tê de yên serfiraz û neserfiraz hatine lîstekirin, kevneşopiya kevn a rojname û kovaran e. Encam pirî caran bala mirovan nakişîne an ecêb in lê li Rojhilata Navîn di 12 mehên derbasbûyî de nêzîkbûneke wiha bi riya kesên bi ser ketine û yên winda kirine, xwedî avantaja liberçavraxistina çend krîzên cihê lê bi hev re têkildar in.

Di hengameya îsal de ne dijwar e ku lîsteyeke kurt bê amadekirin. Ji ber ku di dawiya salê de ji destpêka salê bêtir ji bo lîderan problem derketin holê. Bo nimûne Recep Tayîp Erdogan ji ber serfiraziya xwe ya bê guman a bidawîkirina derbeyên leşkerî û rêvebirina zengîniya aborî bi rihetî bûbû serfiraz. Lê di çend rojên dawî de wî dît ku kurên wezîrên herî bi hêz ên wî ji ber tawanbariyên dejenerebûnê hatin girtin. Li aliyekî din, midaxaleya wî ya di şerê naxweyî yê Sûriyeyê de hêviyên Tirkiyeyê ya ji bo hêza herêmî ji holê rakir.

Kesê din ê di serê lîsteya lîderên serfiraz ên li herêmê ya sala çûn de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî heye. Netanyahuyê ku herdem ji aliyê navneteweyî ve li paş e, bi armanca tiştê ku dixwest bi dest bixe di warê manîpûlekirina gefa şer de bir bi ser ket. Lê ew di heman demê de ji bo neteqandina çekeke jî pir baldar bû.

Gefa wî ya bombekirina avahiyên nukleerî yên Îranê ku her dem ji aliyê vê koşeya rojnameyê we wekî blofekî pir baş hatiye domkirin hatibû dîtin, bû encama mueyîdeyên giran ên li hember Îranê û bala civaka navneteweyî ji ser Fîlîstînê kişand.

Siyasetmedarê herî serfiraz û bitecrûbe yê li Rojhilata Navîn, dibe ku serokê Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê (HHK) û serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî ye. Wî heta niha di çarçoveya Iraqê de bi riya serkeftin û têkçûnan hedefa mafê diyarkirina qederê yê kurdan şopandiye. Wekî têkçûna teqez a di 1990’î de ku piştî dema ku kurd ji bo bidestxistina niştimana xwe ya li Iraqê ji têkçûna Saddam Huseyîn a Kuweytê sûd wergirtin serkeftineke jinişkave pêk hat de kariyereke wî yê muhteşem derket holê. HHK niha bi riya kifşkirina petrol û gazê, yek ji çend ciyên ku ji pêşketina aboriyê sûd werdigere ye. Mîrze Barzanî bêyî ku bibe amûr an qurbanê wan, bi DYA, Îran, Tirkiye û hikumeta navendî ya Iraqê ya li Bexdayê de têkiliyên bi balans dimeşîne.

Sala mîrze Barzanî bi taybetî baş bû lê şarezahiyên wî yên muhteşem pir kêm bû mijara nûçeyan. Li aliyekî din, serfiraziyên Hesen Rûhanî ku bi platformeke ku doza mafên bêtir ên sivîl, aboriya pêşketî û nêzîkbûna bi welatên Rojava re dikir hilbijartina seroktiyê ya Hezîranê qezenc kir, kêm dikarin bên jimartin. Gera Rûhanî ya DYA’yê serkeftî bû û piştî wê, peymana di derbarê bernameya nukleerê ya Îranê ku di 24 Mijdarê de li Cenevê bi welatên P5+1 (endamên domdar ên Konseya Ewlehiyê ya NY’yê û Almanya) hat îmzekirin, pêk hat.

Lê Rojhilata Navîn lîderekî heye ku dikare bi memnûniyeteke tam li serfiraziyên di paşerojê de binêre. Ew rêvebiriya rêxistineke ku sê sal berê dihat payîn ku dike biqede an îhmalkirin, birêvedibe lê ew îro li ser erda sêgoşe ya pir mezin a li Iraq û Sûriyeyê ku di navbera Mûsil, Bexda û peravên Derya Spî de ye, ji berê bihêztir e.

Mixabin, li Rojhilata Navîn lîderê herî serfiraz ê îsal bê guman Ebû Bekr el-Bexdadî ye ku di heman demê de wekî Ebû D’ua jî tê naskirin. Ew lîderê El-Qaîdeyê yê li Iraqê ye ku îsal navê xwe kir Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAÎŞ) û îdîa dike ku ew tekane rêxistina El-Qaîdeyê ya li Iraq û Sûriyeyê ye. DYA dibêje ku El-Bexdadî li Sûriyeyê dimîne û ji bo kesên ku bikaribin wî bikujin an zeft bikin 10 milyon Dolar pêşniyaz dike.

Yek ji pêşketinên herî neasayî yê li Rojhilata Navîn ev e ku 12 sal piştî 9’ê Rezbera 2001’an û 6 sal piştî “Zêdekirina leşkerên DYA’yê li Iraqê” li Iraqê dihat payîn ku El-Qaîdayê hilweşandibû lê ew niha paş de vegeriyaye. Rêxistinê ji nû ve dest bi xebatên xwe yên li bakur û navenda Iraqê kir û niha li hember sivîlên şiî êrîşan dimeşîne ku di van êrîşan de îsal 9,000 kes hatin kuştin.

Heta, bilindbûna DAÎŞ’ê li Sûriyeyê ku ji bilî Artêşa Sûriyeyê rêxistina tekane ya leşkerî ya herî bi tesîr e, tiştekî baldar e. Rêxistin, kontrola Reqayê ku navenda wîlayeteke Sûriyeyê ye û di destê serhildêran de bû, bi dest xist û dest bi kuştina lîderên Artêşa Azad a Sûriyeyê ku ji aliyê welatên Rojava ve tên destekirin û li aliyê wê cî nedigirtin, kir. Jessica D. Lewis di xebateke xwe ya ku ji aliyê Enstîtuya Xebatên li ser Şer ve hat weşandin de wiha dibêje: “El-Qaîdeya Iraqê di 2013’an de rêxistineke xuret, dikare hebûna xwe dom bike û dikare ji Basrayê heta peravên Sûriyeyê tevbigere.”

22.12.2013

Patrick Cockburn

——————

Gotar di rojnameya brîtanî Independent’ê de hatiye weşandin. Ji îngîlîzî hatiye wergerandin û hatiye kurtkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …