Mesrûr Barzanî di israra xwe de şaş e

 

“Lewma gelek analîstên siyasî yên Kurdistana Iraqê bawer dikin ku PKK wê bi formekê li wir bimîne û îro an sibê wê li ser rêvebiriyen herêmê zor bê kirin ku bi wan re muzakereyê bikin û di dewsa israrkirina veqetîna PKK’ê ji ser erda Iraqê, bi wê re îtifaqan ava bikin.”

Di malpera Niqash de a başûr de gotareke Honar Hama Raşîd a li ser statuya PKK’ê ya li Kurdistana Başûr ku bi gotinên Mesrûr Barzanî hatibûn rojevê, hat weşandin. Gotar li ser belavbûn û serfiraziya PKK’ê û hêzên nêzîkê wê yên di salên dawî de disekine û digihîje vê encamê ku Barzanî di israra xwe ya ji bo veqetîna rêxistinê ya ji erdên başûr şaş e.

Gotara bi serenavê “Serdemeke zêrîn ji bo koma “terorîst”: Pêşketinên siyasî û qada şer tê vê wateyê ku çekdarên kurd wê li Iraqê bimînin” gotinên ku berpirsê serwîsa îstixbaratê ya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke xwe de anîbû ziman, dest pê dike.

Nivîskar diyar dike ku îhtimal pir kêm e ku Barzanî tiştê xwestiye bi dest bixe û wiha didomîne:

“Bandora PKK’ê li hundirê Iraqê ji dema ku krîza ewlekariyê ya koma radîkal a bi navê Dewleta Îslamî (DAÎŞ) derxistiye holê û pê ve zêde dibe. Û di heman demê de redkirina beşdariya polîtîk a PKK’ê li Kurdistana Iraqê ku xwedî sînor, parlamento û artêşa xwe ye, wê ehmeqî be.”

Nivîskar dide zanîn ku DAÎŞ firsendeke zêrîn daye PKK’ê ku bandora xwe zêde bike û wiha dom dike: “Di demên berê de şervanên gerîla yên vê komê di kampên herêmên çiyayî yên Kurdistana Iraqê de xwe vedişartin. Niha ew bi hebûna yekîneyên xwe yên ku bi awayekî sexlem li ser erda Iraqê ne, hêzeke şer a zêdetir li ber çav in û xweziya xwe bi wan tê anîn.”

Di qadên ku bandora PKK’ê li belav bûye de nivîskar van agahiyan dide:

“PKK hêza herî bitesîr a şer a li herêma Çiyayê Qendîlê, li ser sînorê Sûriyeyê, Iraq û Tirkiyeyê ye. Di heman demê de hejmareke zêde şervanên PKK’ê li herêma Kerkûkê hene; digel ku Kerkûk parçeyeke Iraqa federal tê hesibandin, piştî ku artêşa Iraqê ji ber êrîşên DAÎŞÊ paş ve kişiya, niha di bin kontrola çekdarên kurd de ye. PKK di heman demê de herêma Çiyayê Şengalê kontrol dike û ji bo kêmara ezdî ku dibêjin ku di dema êrişa DAÎŞÊ de ew ji aliyê çekdarên kurd ên iraqî tenê hatine hiştin,  hêzeke girîng e.”

Di gotarê de bal tê kişandin ku gelek kurdên Iraqê li pêşketinên li Rojava bi heyranî dinêrin û wan di riya Kurdistaneke serbixwe de serfiraziyên mezin dihesibînin lê hin derdor jî rexne dikin ku li Rojava rêvebiriyeke otorîter heye û naxwaze komên din ên polîtîk beşdarê rêvebiriyê bibe.

Nivîskar di dawiya gotara xwe de diyar dike ku “hemû faktorên -ji ber naskirina navneteweyî, serfiraziyên siyasî û yên şer û statuyeke baştir a li herêmên kurd- ji bo PKK’ê wekî serdemeke zerîn e” û wiha didomîne:

“Lewma gelek kesên li Kurdistana Iraqê difikirin ku Mesrûr Barzanî di warê israrkirina veqetîna komên girêdayî PKK’ê de şaş e(…) Lewma gelek analîstên siyasî yên Kurdistana Iraqê bawer dikin ku PKK wê bi formekê li wir bimîne û îro an sibê wê li ser rêvebiriyen herêmê zor bê kirin ku bi wan re muzakereyê bikin û di dewsa israrkirina veqetîna PKK’ê ji ser erda Iraqê, bi wê re îtifaqan ava bikin.”

Înfowelat

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …