Meşa mezin a ji bo zimanê galîsî

 

 

Li Herêma Xweser a Galîsyayê ya li bakurêrojavayê Spanyayê bi hezaran kes di 8’Sibatê de li dijî polîtîkaya ziman a hikumeta herêmî meşiyan. Meşvan ji hikumetê daxwaz kirin ku “ bi tevahî polîtîkaya ziman biguherîne”.

Rêxistina Queremos Galego (Em zimanê galîsî dixwazin) da xuyakirin ku 25.000 kes beşdarî meşa ku li paytext Santiago de Compostela hat lidarxistin bûne. Lê şaredarî jî diyar kir ku hejmara kesên beşdar 10.000’e.

Di daxuyaniya di çalakiyê de hat xwendin de hat diyarkirin ku yekemîn, polîtîkaya hikumeta Galîsyayê alîkarî ji paşveçûna ziman re dike û duyemîn, ji ber lawazbûna veguheztina ziman a navnivşî zimanê galîsî paşve diçe. Li aliyekî din, hat diyarkirin ku zimanê galîsî li ser kaxizê li herêmê fermî ye lê di rastiyê de hikumet êrîşê statuya fermî ya ziman dike.

Di heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi armanca galîsî zindî bimîne “ji bo nifşên nû divê amûrên nû bên afirandin”. Queremos Galego gazinan kir ku lîstik, fîlm û kovarên ciwanan ên bi zimanê galîsî tunene û li pêşiya perwerdeya bi zimanê galîsî ya zarokan astengî hene.

Çavkanî: Nationalia.info, Queremosgalego.org

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …