Meksîka pêşiya weşanên bi zimanê xwecî vedike

 

Dadgeha Bilind a Meksîkayê cihêrengiya ziman di nava weşanên radyoyên ne fermî de naskir. Dadgehê di biryara xwe ya 20’ê Çileyê de ferzbûna zimanê îspanyolî ya di weşana radyoyên ne fermî de betal kir.

Bi vê biryarê, xala 230. a telekomînîkasyon û weşanên radyoyê ku dibêje “radyoyên ne fermî divê zimanê neteweyî (îspanyolî) bi kar bînin, hat betalkirin. Ji ber vê xalê, zimanên xweciyên Meksîkayê di weşanên radyoyan de nikaribû bihatana bikaranîn.

Di biryara xwe de dadger dan zanîn ku xala navborî bi cihêrengiya pir mezin a welat re û bi mafê azadiya îfadekirinê ya gelên xwecî re ne li hev e. Dadger diyar kirin ku dadgeh mafê endamên xwecî yê di qada bazirganiyê de û mafê weşana bi zimanên wan nas dike.

Li Meksîkayê 6 milyon welatî qasî 70 zimanên xwecî diaxivin. Zimanê ku herî zêde tê axaftin nahuatl e. Di ser milyonekî xwecî vî zimanî diaxivin. Di 2003’an de Meksîka bi di 2003’an de bi Qanûna Giştî ya Mafên Zimanên Gelên Xwecî van zimanan wekî “zimanên neteweyî” bi nav kir û li xwe girt ku hemû xizmetên ji bo gelên xwecî bi zimanên wan bigire. Mixabin vê qanûnê heta niha di jiyana çandî ya gelên xwecî de guherînekê pêk neanî ye.

Înfowelat

infowelat.com

Li vê jî binêre

Asturyas fermîbûna ziman gotûbêj dike

Meseleya fermîbûna zimanê astûrî, bi hevdîtinên wezîrên perwerdeyê yên îspanyol û astûrî careke din ket …