akademisyen max haiven

Max Haiven: Piştî Coronayê venegerin jiyana normal

Doktor Haiven dibêje daxwaza vegera jiyana normal bi kêrî kapîtalîzmê tê û bang li mirovahiyê dike ku normaliya berê ku bi destê sîstema kapîtalîst hatiye damezrandin, qebûl neke.

Doktor Max Haiven  ku li Zanîngeha Anîşînabe Akî ya li Kanadayê akademîsyene, dibêje bi riya krîza koronayê, mirovahî piştî demeke dirêj ji nû ve bi ser xwe ve tê.

Gotara Haiven  a di malpera Roarmagê de hat weşandin bi naverok û banga xwe wekî manîfestoya berxwedana ji bo azadiya mirovahiyê ye.

Haiven  diyar dike, nirxên mirovahiyê ku di bin aboriya kapîtalîst de veşartî bû, bi riya krîza koronayê careke din derdikevin holê.

Haiven  wiha diaxive:

Em careke din bi xwe dihesin ku bingeha mirovahiyê li ser hevkariyê hatiye damezrandin.

Max Haiven

Ev rastî di bin kincê homo ekonomîkûs an mirovê aboriyê ku kapîtalîzm li me kiribû, veşartî mabû.

Em ê piştî demek dirêj, careke din hay ji tama xweş a azadiya rastîn hebin ku li ser bihevrebûna mirovan hatiye damezrandin û ji azadiya şexsî ya bazarê dûr e.

Akademîsyenê kanadayî dibêje mirovahî ji bo têkbirina aboriya kapîtalîzmê gelek rêbazên nû hînbûne ku hemû jî li ser bingeha aktîvîzm û protestoyên aştiyane pêk tên.

Em piştgiriya hev ji nû ve keşif dikin û hînî danûstendina bi hev re dibin. Eger em vê destkeftina xwe neparêzin, kapîtalîzm wê vegere û tola xwe ji me hilde.

Li gorî Haiven , bi milyonan mirovên niha ji ber tevdîrên li hember koronayê di malên xwe de mane, êdî hîn dibin çawa bikaribin ji bin kontrola dewletê û bazarê derkevin. 


Pirtûka Max Haiven a bi navê Kapîtalîzma Tolhildêr”

Heyvin wiha lê zêde dike:

Em piştgiriya hev ji nû ve keşif dikin û hînî danûstendina bi hev re dibin. Eger em vê destkeftina xwe neparêzin, kapîtalîzm wê vegere û tola xwe ji me hilde.

Akademîsyenê antî-kapîtalîst destnîşan dike, mirovahî rûyê rastîn ê sîstemê dibîne, partiyên rastgir û îdeologên kapîtalîzmê ketine nava panîkê.

Li gorî Haiven , Xebata îdeolojîk a 50 salan a neolîberalîzmê ku li ser me dihat ferz kirin, di çend hefteyan de hilweşiya..

Doktor Haiven  dibêje daxwaza vegera jiyana normal bi kêrî kapîtalîzmê tê û bang li mirovahiyê dike ku normaliya berê ku bi destê sîstema kapîtalîst hatiye damezrandin, qebûl neke.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …