MAPER xwendekarên xwe mezûn kir

 

 

 

Mala Perwerdeyê ya Ehmedê Xanî (MAPER) a girêdayî Şaredariya Agiriyê cara pêşiyê xwendekarên xwe mezûn kir. 450 xwendekar îsal hem ji bo azmûna zanîngehê hatin perwerdekirin hem jî di çarçoveya dersên duzimanî de dersa kurdî girtin.

Mamosteyê kurdî Îrfan Yıldız li ser mijarê nêrînên xwe wiha îfade kir: “Agirî di dîrokê de bajarekî kurdîstanî ye. Lê dema em îro li Agiriyê dinêrin kesên ku kurdî dizanin kêm in û li bajêr kurdî nayê axaftin. Ev rewş jî ji bo civakê tê wateya tunebûnê.”

Berpirsê MAPER’ê Yûnûs Aslan jî diyar kir ku wan li mala perwerdeyê modela lêpirsîner a alternatîf ji xwe re bingeh dîtine û wan di bernameyê de cî dane ekolojî, zayendparêziya civakî û zimanê dayikê. Aslan pê de çû û destnîşan kir ku wan di destpêkê de bawer nekiriye ku gelê Agiriyê ewqas xurt xwedî li saziyê derkeve û ew ji vê desteka gel pir memnûn in.

Jêder: Dogubayazithalkinsesi.com.tr

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …