Maorî bi têkoşînê bûn hevparê New Zelandê

Maorî bi têkoşînê bên hevparê New Zelandê

Rêvebiriya kolonyal, fam kir ku bi êrişên leşkerî mesele çareser nabe û bi maoriyan re dest bi muzakereyan kir. Di encama hevdîtinan de li ser aştiyê hat lihevkirin û Peymana Waîtangî hat amadekirin. Nûnerê Qraliyeta Brîtanî William Hobson û 500 serekeşîrên maorî îmzeya xwe avêtin binê vê peymanê.

Ji vir 800 sal berê hin qebîleyên li Polînezyayê ji bo dîtina welatekî, dest bi rêwîtiyeke dirêj kirin.

Hostayên Okyanûsa Pasîfîkê, bi hezaran kîlomêtro şûn de rastî erdekê hatin biryar dan li wir bi cî bibin.

Ji ber ewrên tu car li esmanê wê kêm nedibûn, şêniyên nûhatî navê Aoteraoa ango Ewrê Spî yê Dirêj li welêt kirin.

Ev gelê ku li vî welatê bi dar û ber tevna xwe ya jiyanê ava kir, Maorî bûn.

Maoriyên xebatkar, li her aliyê welêt belav bûn û  şaristaniyeke xwerû ava kirin.

Dîmenek ji New Zealandê

500 sal piştî bicîbûna li welatê Ewrê Spî, rojek keştiyeke biyanî ji dûrî ve xuya kir û bû sebeba bidawîbûna aramiya gelê maorî.

Keştiya Kaptan James Cookê di 1769’an de gihîşt vir û ji bo maoriyan dîrok serûbin bû.

Cook, pêşengê kolonyalîzma brîtanî ya li Pasîfîkê bû û li dûv kifşa erdên nû bû.

Di 1769’an de kaptanê brîtanî James Cook hat welatê maoriyan

10 sal piştî hatina Kaptan Cook, Brîtanî kom bi kom hatin vî welatê dewlemend û dest bi talanê kirin.

Mîsyonerên xrîstiyan dan ser şopa van keysparêzên ewilî û di nava maoriyan de dest bi belavkirina baweriyên dêrê kirin.

James Cook

Lê ji destpêka sedsala 19’an û şûn ve, ewrûpî îcar ji bo bi cî bibin hatin û wan êdî nema terka vir kir.

Ewrûpî li peravên herî xweş belav bûn û nifûsa wan di dehan salan de zêde bû.

Di 1896’an de ewrûpî bi nifûsa xwe ya bi qasî 700 hezarî êdî çend qat ji xweciyan zêdetir bûbûn.

Nifûsa maorî wekî xwe mabû û ji sînorê 100 hezarî derbas nekiribû.

Ango di dîroka 100 salan a kolonyalîzmê de maorî ji aliyê nifûsê berdêlên giran dabûn. 

Helbet xweciyên li hember vê dagirkeriya bêwijdan serî netewandin, dest bi berxwedaneke çekdarî kirin.

Êrişeke maoriyan a li dijî brîtaniyan

Şervanên cegerpola avêtin ser navendên ewrûpiyan û tirs xistin dilê kolonyalîstan.

Serfirazî an têkçûn ji bo maoriyan ne xem bû; ji ber ku wan dizanîbû, encam çi dibe bila bibe ew ê her li ser erdên xwe bimînin.

Lê ji bo ewrûpiyên dagirker rewş bi tevahî cuda bû.

Dema ew têk biçûna, ji bilî terka welêt tu çareyeke wan nedima.

Rêvebiriya kolonyal, fam kir ku bi êrişên leşkerî mesele çareser nabe û bi maoriyan re dest bi muzakereyan kir.

Di encama hevdîtinan de li ser aştiyê hat lihevkirin û Peymana Waîtangî hat amadekirin.

Rûpelek ji Peymana Waîtangî

Nûnerê Qraliyeta Brîtanî William Hobson û 500 serekeşîrên maorî îmzeya xwe avêtin binê vê peymanê.

Lêbelê du guhertoyên peymanê tam ne wekî hev bûn û her aliyî li gorî famkirin û pêdiviyên xwe peyman şîrove dikir.

Di versiyona bi zimanê maorî te reo de, otonomiya maoriyan ligel xwedîtiya wan a erdan dihat qebûlkirin.

Bi riya perwerdeya bi îngilîzî kampanyaya asîmîlasyonê hat meşandin

Metna bi îngilîzî, berevajî, qala serdestiya dewleta brîtanî ya li vî welatî dikir.

Brîtaniyan bi vê peymanê berxwedana çekdarî bidawî kir û paşê li her aliyê New Zealandê otorîteya xwe saz kir.

Ji 1860’an û şûn ve, piraniya erdên xweciyan hatin desteserkirin û xwecî hatin qewirandin.

Sîstema milkiyeta erdan a kolektîf hat hilweşandin û milkiyeta şexsî ciyê wê girt.

Meşa 1975’an a ji bo mafên milkiyeta erdan

Maoriyên hejar û bêmilk terka xizaniyeke xedar hatin kirin.  

Maorî li vî welatê xwedî çavkaniyên dewlemend, êdî bi xelayê re rû bi rû mabûn.

Bi dehezaran maoriyî, ji ber xela, nexweşî û şewbên ku ewrûpî bi xwe re anîbûn, jiyana xwe ji dest dan.

Di encamê de hejmara maoriyan di destpêka sedsala 20emîn de daket 19 hezarî.

Li dibistanakê perwerdeya zimanê te reo

Êdî herkes li bendê bû di nava 20-30 salan de qira maoriyan were.

Lêbelê di destpêka sedsala 20emîn de maorî bi ser xwe ve hatin û nifûsa wan bi lez zêde bû.

Di heman proseyê de maoriyan dest bi têkoşîna neteweyî kirin.

Di salên 1970’an de tevgera maorî derket asta herî bilind û meseleya maoriyan ket rojeva New Zealandê.

Hukumet neçar ma di 1975’an de Dadgeha Waîtangiyê damezrand. 

Vê dadgehê giliyên maoriyan ên ji bo desteserkirina erdan vekolîn kirin û dest bi dayina tazmînatê kir.

Li aliyekî din, li dibistanên seretayî û navîn ên li welêt perwerdeya zimanê te reo maorî dest pê kir.

Di 1987’an de zimanê maorî ligel îngilîzî bû zimanê fermî yê New Zealandayê.

Di heman proseyê de ji bo temsîliyeta maoriyan kotaya siyasî ket meriyetê û ji 120 kursiyên parlemena New Zealandê, 7 kursî ji nûnerên maoriyan re hatin veqetandin.

Di salên dawî de nûnerên maorî di siyaseta xwecîhî û navendî de hebûna xwe zêde kirin.

Di 2020’an de siyasetmedara maorî Nanaiya Mahûta bû wezîra karên derve yê vî welatî.

Bi destkeftinên di 50 salên dawî de, maorî nîrê bindestiyê hilweşandin û bûn yek ji xwediyê New Zealandaya demokratîk.

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …