Manîfestoya Strasbourgê: Nexşeriya parastina kêmarên neteweyî û zimanî

 

 

Koma Kêmarên Kevneşopî, Civak û Zimanên Neteweyî ya Parlamentoya Ewropayê ku ji aliyê endamê parlamentoyê ya ji EFA’yê (Hevgirtina Azad a Ewropayê) Francois Alfonsi ve tê birêvebirin, manîfestoyekê weşand. Belgeya bi navê Manîsfestoya Strasbourgê di 17’yê Nîsanê de di civîna komê ya dawî ya di Parlamentoya Ewropayê (YE) de hat eşkerekirin.

Manîfestoya Strasbourgê ji aliyê 30 endamên komê ku di heman demê de wekîlê YE’yê ne hat îmzekirin. Di belgeyê de li ser qadên sereke yên bi problem hat sekinandin û ji YE’yê hat xwestin ku ji bo parastina kêmaran stratejiyekê qebûl bike.

Di destpêka belgeyê de li ser hejmar û rêjeya kêmarên li YE’yê van agahiyan hatin dayîn: “Em didin zanîn ku kêmarên neteweyî ji % 8’ê nifûsa YE’yê pêk tînin û zimanên herêmî û yên kêmar ji aliyê 50 milyon kesî ve tê axaftin ku ev jî qasî ji % 10’ê nifûsa YE’yê ye. Kêmarên koçber jî ji % 6.5’ê nifûsa YE’yê ne ango 30 milyon kesî pêk tînin.

Di berdewamiya manîfestoyê de pêdiviya nêzîkbûna ewropî ya di vê mijarê de hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku parastina kêmarên neteweyî, zimanên herêmî û zimanên hindikayî ya di YE’ya berfireh bûye de nekare bi tenê bi riya şerê li dijî dijminahiya biyaniyan û cûdaxwaziyê lê dikare bi riya pejirandina hiqûqa zimanî, çandî, civakî û hwd. bê parastin.

Di heman beşê de rexne li meşandina krîterên Kopenhagê jî hat kirin û wiha hat gotin: “Damezrandina mekanîzmayeke bibandor a ji bo çavdêrî û pêkanîna mafên bingehîn û yên hatine bidestxistin ên kêmarên ku hem li welatên namzet û hem jî li welatên ku endamtiya wan a YE’yê di demên dawî de hatiye qebûlkirin dijîn, lewma pir girîng e.”

Manîfesto bang li dewletên endam ên YE’yê jî kir ku Konvansiyona Çarçove ya Parastina Kêmarên Neteweyî û Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî û Zimanên Hindikayî li ber çav bigirin û tawsiyeyên Komîteya Wezîran a ku li ser raporên Komîteya Şêwirmend a ji bo Konvansiyona Çarçoveyê û Komîteya Pisporên Peymanên Ziman bimeşînin.

Çavkanî: E-f-a.org

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …