Manchestera Pirzimanî

Li gorî lêkolîneke dawî, vî bajarê îngilîz, ji aliyê cureyên herî zêde yên ziman ên ku ji aliyê rêjeya nifûsê tê bikaranîn ve metropolê yekemîn ê li Cîhanê ye. Ev alav dikare bibe sebeba ji bo jinûvezayina herêmê ku dî wextekî de paşdeçûna endustriya brîtanî sembolîze dikir?

Manchester, bi nifûsa xwe ya 480,000’î –heta dema bi bajarên xwedî heman mezinbûne re bê miqayesekirin, li cîhanê- bajarê ku xwediyê cihêrengiya herî kûr a li Brîtanyayê ye. Bajar, Birca Babîlê ye ku 4 kesên jî 10 şêniyan zimanekî din ên wekî nahuatla ji aztekiyê tê û eleme ku zaravayeke ji Nîjeryayê ye û li cîhanê bi tenê ji aliyê 3,000 kesî ve tê axaftin ku pir kêm tên dîtin, diaxivin. Di serê lîsteyê de (helbet piştî îngilîzî) ûrdûyê ku ji aliyê 10,000 kesên ji jêr-parzemîna Hîndîstanê hatine tê axaftin, heye. Di heman hemê de erebî, çînî, bengalî, polonî, pencabî, somalî û hwd.jî hene.

Portreya bi reng a ji lêkolîna ku ji aliyê tîmeke ji Zanîngeha Manchesterê hatiye lîdarxîstîn, projeya “Manchestera Pirzimanî” ku ji aliyê xweza û qada xwe ve bi tevahî yekta ye, bi xwe re anî ye. Koma ku piştî analîzkirina dataya zengîn a ku ji aliyê servîsên lokal (dibistan, pirtûkxane, serjimarên fermî û hwd) hatibû peydakirin, ji 2010’an û vir ve li ser pirzimanî û kêmarên ziman 100 raporan pêşkêş kirine. Di nava hin statîstîkan de, agahiyên wekî 3,000 xwendekarên ji dibistanên li bajêr perwerdehiya xwe ya navîn a di 2012’an de bi zimanekî din ê derveyê îngilîzî tercîh kirine; 20,000 pirtûk û medyaya ne bi îngilîzî dî nava salekê de 70 car ji pirtûkxaneyan hatine birin û di nava du mehan de 12,000 mesajên bi 50 zimanan bi twitterê hatine şandin, cî digirin.

manchester map

Cûreyê ziman ê dîrokî

Li Manchesterê, di nîvê duyemîn ê sedsala 19’emîn de, dema ku şoreşa endustriyê ya li vê navendê bala karkerên ji her aliyê cîhanê kişandiye, koç dest pê kiriye. Heta îro, di salên dawî de nifûsa Manchesterê ji bilî Londonê, ji hemû bajarên li Îngilîstanê zêdetir mezin dibe. Rêjeya mezibûnê ya di navbera 2001-2011’an de ji % 19’ye û heman rêje ji bo Brîtanyayê ji % 7’e.

Texmîna “Manchestera Pirzimanî” daneyên fermî yên ku heta niha tên zanîn derbas dikin. Dibe ku daneyên fermî bi tenê giraniyê dabe “zimanê sereke” ku girîngiya pirhejmariya ziman a ku ji aliyê mirovekî tê axaftin kêm dike, hatibe serobinokirin. Di serjimara 2011’an a Îngilîstan û Galê de “bi tenê” ji % 20’ê şêniyên Manchesterê dane xuyakirin ku ew zimanekî ji xeynî îngilîzî diaxivin.

Xelata aboriyê

Li gorî vê lêkolînê, vê cihêrengiya ziman dikare bibe zengîniyeke rastîn. Têkiliya di navbera van hemû komên ziman de diyaloga olî û ahenga civakî hêsan dike. Talep û peydakirina wergêran, asîstanên dibistanan û hwd. feydeyê bi xwe re tîne. Pirzimaniya bajêr destûrê dide ku karên lokal têkiliyên xwe berfireh bikin û beşdarê karên navneteweyî bibin. Şarezahiya axaftina çend zimanan her ku diçe di bazara kedê de zêdetir tê xwestin û hebûna nifûsa ciwan, perwerdekirî û pirzimanî wê di dawiyê de bala şîrketên navneteweyî bikişîne.
———–
Nivîs ji wersiyona îngilîzî ya ku di 27.08.2013’an de di malpera http://www.presseurop.eu de hatiye weşandin hatiye girtin û ji bo kurdî hatiye kurtkirin. Nivîsa esîl bî fransewî jî alîyê Giulietta Gamberini hatiye nivîsandin û di kovara La Tribune’de hatiye weşandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Katalanî di Wikipediayê de ket pêşîya fransî

Li gorî ensîklopedîya dîjîtal Wikipediayê, katalanî zimanê 5. ê herî baş ê vê platformê ye. …