Majorca daxwaza self-determînasyonê kir

 

Li bajarê Palmayê ya Majorcayê meşeke ji bo self-determînasyonê hat lidarxistin. Xwepêşander doza serxwebûna Giravê Balearê kirin.

Li paytexta Giravê Balearê Palmayê 2500 kes bi armanca serxwebûna giravê meşiyan. Meş di Roja Neteweyî ya Majorcayê de hat lidarxistin. Partiyên neteweperest ên Majorcayê û komên sivîl beşdarê meşa di 31’ê Kanûnê de hat lidarxistin, bûn.

MES ku partiya sereke ya Majorcayê ye, ERC (Partiya Komarger a Katalan), komeleya bi navê Meclîsa Serdestiya Majorcayê û hin komên sivîl û sendikayên giravê destekê dan meşê.

ziman_katalani4

Di meşê de manîfestoyek hat xwendin. Bi manîfestoyê hat daxwazkirin ku 31’ê Kanûnê wekî “Roja Majorcayê” bê naskirin û mafê self-determînasyonê ya Giravên Balearê bê qebûlkirin.

Di 1997’an de Konseya Majorcayê roja 12’yê Rezberê wekî roja fermî ya Majorcayê naskir. Di 12’yê Rezbera 1276’an de qralê Majorcayê James II danezaneke ku tê de mafên welatiyên Giravên Balearê hat naskirin, eşkere kiribû. Di 1715’an de hikimdarê Bûrbon ê Îspanyayê giravan dagir kiribû û dawî li xweseriya giravan anîbû.

Înfowelat

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Lîtwanya di 1991an de bû welatekî serbixwe

Konseya Bilind Komara Sovyetê ya Lîtwanyayê di 11ê adara 1990an de serxwebûna welêt ragihand. Yekitiya …