Macron dîsa bû serokê Fransayê

 

Fransa, doh hilbijartineke krîtîk li dûv xwe hişt.

Wekî dihat texmînkirin, Macron bi ferqeke mezin Le Penê têk bir.

Macron di 20 salên dawî de, bû lîderê ewil ku cara duyemîn dibe serokê welêt.

Li Fransayê hilbijartina serokatiyê duh serê sibehê saet di 7’an de dest pê kir û devê sindoqan êvarê di 8’an de hatin girtin.

Çawa prosesa dengdanê bi dawî bû, texmînên ji bo encamên muhtemel hatin parvekirin.

Di hemû texmînan de serokê heyî Emanuel Macron bi ferqeke mezin bû namzetê yekemîn.

Kurtedemek piştî vê jî encamên teqez ên hilbijartinê hatin eşkerekerin.

Ji % 58.5’ê dengan bû para Macron û dengên ji bo Marine Le Penê jî incax gihîşt ji % 41.5.

Serkeftin bû para Macron

Bi vê encamê re, Macron careke din li dijî Le Penê serkeftineke mezin bi dest xist.

Hêjayî gotinê ye Macron û Le Pen di hilbijartina 2017’an de jî hatibûn beranberê hev û Le Pen di vê pêşbirkê de têk çûbû.

Piştî diyarkirina encaman, alîgirên Macron bi girseyî derketin kolanan û pîrozbahiyan li dar xistin.

Bi dûv vê re, Macron derket pêşberî welatiyan û axaftina xwe ya serkeftinê kir.

Macron berevajiya kampanyaya hilbijartinê, vê carê gotinên nerm bikar anîn û xwe wekî serokê hemû civakê pêşkêş kir.

Macron hem qala xurtkirina Fransaya serbixwe kir û hem jî got; ew ê hewl bide Ewrûpayeke hîn bêtir xurt were damezrandin.

Marine Le Pen. Namzeta Front National a rasta radîkal di her du hilbijartinên dawî de bû namzeta herî xurt a li dijî Macron.

Herwiha serokê Fransî li xwe mukur hat û got; gelek kes ji bo pêşî li namzeta rasta radîkal Le Penê bigire, dengên xwe dane wî û ji bo vê jî spasiyên xwe pêşkêş kir.

Le Pen: Ez têk neçûm!

Herçî Marine Le Pen bû, têkçûnê red kir û ji bo vê jî zêdebûna dengên xwe wekî delîl nîşan da.

Le Pen got; dengê ji bo wê hatine bikaranîn ji % 40’î derbas kirine û lewma jî ev wekî serkeftinekê dikare bê qebûlkirin.

Le Penê di axaftina xwe de li ser hilbijartina parlemenê ya 12’ê hezîranê jî sekinî.

Le Pen bang li alîgirên xwe kir, daku ji niha ve dest bi amadekariyên ji bo vê hilbijartinê bikin û bi wergirtina encamên serfiraz di parlemenê de bibin xwedî hêzeke mezin.

Macron hat protestokirin

Slogana çalakiyê: “Ne Macron ne Le Pen. Şoreş”. Piştî eşkerekirina encaman li gelek bajarên Fransayê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Encamên hilbijartina serokatiya Fransayê li Parîsê bû sebeba aloziyeke berfireh.

Bi eşkerekirina encaman re, li gelek deverên bajêr çalakî hatin lidarxistin.

Di çalakiyên Parîsê de jinûvehilbijartina Macron hate protestokirin.

Helbet ne tenê çalakger lê polês jî duh bi girseyî li kolanan bûn.

Polêsên Fransî li hin deveran bi tundî êrişî birin ser çalakiyên protestoyî.

Ji bilî Parîsê, navendeke din a aloziyê bajarê Nantesê yê li rojavayê welêt bû.

Alîgirên koma Antîfa, bi meşeke girseyî serokatiya Emanuel Macron protesto kirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …