Lîstik e an firsendeke zêrîn e?

 

 

Di vê dema ku ez vê gotarê dinivîsim, welatiyên Iraqê di şerê  herî xerab ê etno-mezhebî yê ji dema dagirkirina DYA’yê ya 2003’an û heta niha dom dike re derbas dibin. Niha welatiyên Iraqê bi talan, bombebaran, pevçûn, kuştinê re û bi hiqûq û rêgezên nû re rû bi rû dimînin. Wekî ku îro xuya dike, wê Iraq ti carî nebe wekî berê. Ew ê an di navbera sê koman de parve bibe û bibe dewleteke îslamî, dewleteke serbixwe ya Kurdistanê derxe holê an wê hebûna xwe ya wekî erdeke bê qanûn a ber bi parçebûnê ve diçe, bidomîne. Çi hat serê vî welatê ku di demên berê de welatekî mezin bû?

Di destpêka vê hefteyê de DAÎŞ êrîşê Mûsilê ku bajarekî herî girîng ê Iraqê bû, kir. Mîsyoneke DAÎŞ’ê heye ku ev jî li Iraqê damezrandina dewleteke îslamî û jiholêrakirina sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de ye. Vîzyona wan, kontrolkirina hemû Iraqê ye û ji ber zilma wî ya li ser suniyan, cezakirina Malikî ye. DAÎŞ danezaneke ji 11 xalan pêk tê ku tê de damezrandina dewleteke îslamî ya xwedî qanûn, ceza û teşwiqên nû cî digirin, amade kiriye.

Danezan eşkere dike ku alkol, cixare û tilyak qedexene. Ji îro û pê ve divê welatî rojê 5 caran îbadetê bikin, wê destên dizan bên jêkirin û divê jin ji bilî rewşên awarte li malê bimînin. Danezan wiha dibêje: “Dema ji we bipirsin ‘hûn kî ne?’ hûn ê vê bersivê bidin: Em leşkerê DAÎŞ’ê ne ku karê paşdeanîna Xelîfetiya Îslamî ya serkeftî li ser milê wê ye barkirî ye û bêedaletî û neserbilindiyê li paş xwe hiştî ye.”

Lewma di gotinê de van kesan ne xwedi eqleke normal in. Lê ew ne ehmeq in û heta niha destkeftinên wan ên stratejîk pir balkêş e. Ew niha Mûsil, Felûce, Hawîce, Tîkrît û hin erdên li eyaleta Anbar a li rojavayê Bexdayê di destên xwe de digirin. DAÎŞ bi awayekî serfiraz 500,000 kesên ji 1,500,000 nifûsa Mûsilê ku piraniya wan reviyan Kurdistana nêzîkî wan, tirsand. Ev ne îronîk e? Ji bilî vê, DAÎŞ ji 90,000’î zêdetir leşkerên Iraqê ku hemûyên wan di dewsa bi mîlîtanan re şer bikin valakirina bajêr tercîh kirin, qewirand.

Lê çawa  90,000 leşkerên xurt ên iraqî dikaribûn Mûsilê terk bikirana? Bersiva vê ji yek peyvê pêk tê: Pêşmerge.

Pêşmerge (ku tê wateya bi mirinê re rû bi rû ye) şervanên çekdar ên kurd in –hem mêr hem jî jin- ku koka wan heta sedsala 19’emîn diçe. Ew di asta yekemîn de berpirsê ewlekariya kurdan û parastina erda kurdan a ji kesên biyan in. Pêşmerge di dagirkirina Iraqê ya di 2003’an de tevlî yekîneyên amerîkî şer kir û piştî têkçûna Saddam, artêşa kurd li ser bingeha Pêşmerge hat damezrandin. Jimara rastîn a Pêşmerge bi awayekî fermî nayê zanîn. Di 2005’an de hêza wan qasî 180,000 dihat texmînkirin û nûçeyeke CBC Newsê ya DYA’yê got ku jimara wan qasî 375,000’re. Hêzên kurd dibêjin ku 200,000 mêr û jin di nava vê hêzê de cî digirin.

Bi saya Pêşmerge, DAÎŞ Kurdistanê dagir nekir û kontrola Mûsilê girt destê xwe. Bi saya Pêşmerge leşkerên iraqî dikaribûn di carekê de ji Mûsilê veqetin. Dema wan banga destekê kir ti kes nehat hawara artêşa iraqî. Wekî desteka dawî bangî wan (Pêşmerge kirin û ew hatin hawarê. Endamekî Pêşmerge got “Eger me valahiya bi vekişîna ji aliyê artêşa iraqî derket holê tije nekirana, wê herkes biherikiyana herêma Kurdistanê. Nîv milyon kes hatin ber deriyên me.”

Lê divê em qet ji bîr nekin ku piştî hilweşîna Saddam, DYA ji bo hîndekarî û alavên şer 25 milyar dolarî mesref nekir? Li gorî hin jêderan di destê artêşa iraqî de 400 tankên  ku di nava wan de M1A1 ên amerîkî û seriyên T yên rûs ku di nava wan de T-72 jî cî digirin, hene. Di heman demê de di destê vê artêşê de 2,500 wesayitên şer ên bi zirh û 278 balafir ku di nava wan de yên bê pîlot, yên veguhezandinê (neqliye), yên amfîbîk û 129 helîkopter jî cî digirin, hene. Lewma divê DAÎŞ bi artêşa iraqî re neyê miqayesekirin. Wê demê problem çiye?

Hin kes dibêjin ku Malikî ferman daye leşkerên iraqî ku çeperên xwe terk bikin. Li gorî wan, artêşê talîmateke teqez a ji bo valakirina bajarê Mûsilê girtiye da ku Pêşmerge mecbûr bibe ku were û ji bo Bexdayê bi DAÎŞ’ê re şer bike. Bi vî awayî, wê hêza Pêşmerge di şerê bi DAÎŞ’ê re kêm bibûna û lewma jî êdî wê di pêşerojê de nikaribûna bi artêşa iraqî re şer bikirana. Malîkî bi vî awayî bi kevirekî du çûkan dikuje.

Argumana li dijî vê dibêje ku ji ber ji Bexdayê alîkarî negirt an ti fermanên ku tê de ew ê çi bikin bê nîşandan ji Malikî negihişt ber destên wan, artêşa iraqî çeperên xwe vala kirin. Leşkerên iraqî hîs dikin ku lîderê wan tune ye, desteka wan tune ye û Malikî di dema çareserkirina rewşên awarte de zêde pasîf e. Leşkerên iraqî ji bo di hawara wan de were bangî Pêşmerge kirin û Pêşmerge hat. Ev ne cara ewiliye ku Pêşmerge hat hawara artêşa iraqî. Ji bersivên Malikî yên ji bo krîzê xuya dibe ku mixabin wê bi îhtimaleke mezin hewldanên Pêşmerge neyê naskirin.

Niyeta Malikî çi dibe bila bibe, welatiyên iraqî di pêvajoyeke tirsnak û bêedalet re derbas dibin. Dema mirov teselî û însîyatîfa wî ya di dema hewldanên wî yên ji bo çareserkirina vê problemê li ber çav bigire, encama vê kaosê wê ji bo Malikî kêm feyde derxe holê an ti feydekeyekê dernexe holê û digel ku bi tevahî neyên pêkanîn jî, wê daxwazên kurdan heta radeyekê bên pêkanîn. Kurd bi şerê van îslamîstan re berpirsiyeke pir mezin ku tiştekî serbilindiye ku wê welatiyên iraqî ji bîr nekin, girtin ser xwe. Qet nebe divê welatiyên iraqî vê ji bîr nekin!

Tiştekî teqez heye ku welatiyên iraqî wê girtina Kerkûkê ya ji aliyê kurdan ve ji bîr nekin. Kerkûk jî niha tê bidestxistin? Hûn dibêjin li vir çi diqewime?! Stratejî, bi tenê stratejî. Kurd têkiliyên xwe yên bi Kerkûkê re xwedî dîrokeke dirêj in. Wekî ku min di gotara xwe yê din de ya bi sernivîsa “Ê we, ê min, ê wan an ê me,” de nîqaş kiribû, ji bo kontrolkirina vî bajarê ku bi petrola xwe zengîn e, kurd demeke dirêj şer dikin û niha bêyî mixalefetê, leşkerên iraqî xwe radestî daxwazên kurdan ên ji bo veqetîna ji bajêr kirin.

Dema rastiya ku Pêşmerge ji bo parastina kurdan û iraqiyan jiyana xwe avêt nava xetereyê, plana wan ev e ku  Bexda daxwazên wan ên ji bo bêtir parastin û hevkariyê pêk bîne. Lîsteya daxwazan wiha ye:

  • Mafê bi awayekî serbixwe îxraçkirina petrol û gaza kurd
  •  Biryareke çareseriyê ji bo Kerkûk û “erdên li ser nayên lihevkirin” ên din; dayina meaş û lêçûyinên Pêşmerge
  • Deynên ku divê bên dayîn ên şîrketên petrolê yên li Kurdistanê dixebitin

Pirsa ku niha kurd rû bi rû ne ev e ku gelo ew ê bikaribin sînorê nû li dijî DAÎŞ’ê biparêzin an na ye. Vê komê dest bi êrîşa hin çeperên li pêşiyê yên Pêşmerge kir û li gorî pêşmergeyekî li ciyê bûyerê, bi bombeyekê ku konvoya wî ya nêzîkî Kerkûkê hedef girt, hindik mabû fermandarê hêza Pêşmerge Şêx Cafer Mistefa bikuşta.

Heta niha, Pêşmerge dikarîbû êrîşên DAÎŞ’ê bişkîne û wiha xuya dike ku herêma Kurdistanê ji bo bêyî desteka hikumeta federal biserkeve, xwedî kapasîteya leşkerî û desteka cîraneke bihêz e (Tirkiye).

Lê li vir pirs ev e ku gelo ev şerekî ye ku ji bo serkeftinê divê kurd hemû hêza xwe ya leşkerî seferber bikin? Ev bi tenê lîstikekê ye ku Malikî ji bo qedandina çavkaniyên Pêşmerge dilîze? Dema kurd lê hay bibin ku ji bo rizgarkirina welat ji DAÎŞ’ê Bexda bi awayekî pratîk alîkariya wan nake ew ê serxwebûna xwe îlan bikin?

Dîtineke kurdan heye: “Me ji ber bêhişbûna kesên ku Iraqê bi rê ve dibin hêviya xwe winda kiriye. Em naxwazin bibin parçeyê têkçûna tiştekî ku em ne berpirsê wê ne. Ti kes ji bo yekitiya Iraqê qasî me xebat nekir lê niha em dev jê berdidin, êdî hêvî nema.”

Bi ya min divê kurd hemû bala xwe bidin kurdan. Di dawiyê de kesê ku divê ew pişta xwe bidin dîsa ew in. Ji ber ku bi tenê dema ku Pêşmerge berpirsiya xwe pêk anîne lê leşkerên iraqî vê pêknenaniye wê Bexda bersivê nede daxwazên kurdan. Li aliyekî din, hîn jî mijara petrolê didome. Bi armanca hilweşandina kapasîteya kurdan a ji bo ku bi awayekî serbixwe petrola xwe nefiroşin bazara navneteweyî, Malikî çi ji dest tê dike. Eger hûn dixwazin rastiyê bizanibin, ji bo jinûve hemû Iraqê kontrol bike Malikî dibe ku bi tenê hewl dide ku Pêşmerge zeyîf bike. Lewma, gelo bi tenê ev lîstekekî xerab e?

—————————

Ve nivîsê ji aliyê Evin Şêxosman ve hatiye nivîsandin û di 14.06.2014’an de di bloga wê ya Evincheikosman.wordpress.com de hatiye weşandin. Nivîs ji îngilîzî hatiye wergerandin.

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …