Lîderên Moro di warê bidawîbûna şerê Mîndanaoyê yê “nayê xwestin” de xweşbîn in

 

 

Francisco Tuyay

Îmzekirina peymana aştiyê ya berfireh a di navbera hikumetê û koma cihêxwazên misilman de ya hefteya bê, wê demeke nû ya ji bo aştî, yekitî û pêşketinê li Mîndanaoyê bide destpêkirin.

Hema hema qasi 40 salan e herêma ku misilman lê zêde ne ya li Mindanaoyê bû qada şer a di navbera leşkerên Fîlîpînê û serhildêrên ku xwe baş bi çek kiribûn de. Di şerê cî bi cî ya li herêmê pêk hat de bi texmînî 150,000 kes hatin kuştin.

Rêvebirên her du hikumetan û Eniya Rizgariya Islamî ya Moroyê (MILF) bawer dikin ku bi temamkirina peymanê wê aştî di dawiyê de pêk were.

Tê payîn ku wê Serokwezîrê Malezyayê Nacîp Razak tevlî ji 1000’î zêdetir dîplomat, parêzer û lîderên misilman ku ji bo merasîma îmzekirina peymanê ya di 27’ê Adarê de li Malacanangê, hatine vexwendin.

Lê ji niha ve nayê zanîn ku wê serokwezîrê malezyayî tevlî merasîmê bibe an na, ji ber ku ew bi operasyona lêgerîna li balafira winda ya xwedî koda firîna MH370 ya Şîrketa Hewayî ya Malezyayî re eleqeder e.

“Ev li welatê me kêliyeke dîrokî ye” dibêje Mohagher Iqbalê serokê Komîsyona Derbasbûnê ya Bangsamoroyê. “Bi rastî wê demeke nû ya ji bo aştî û pêşketinê li Mîndanaoya me dest pê bike” dibêje Iqbal.

“Gelek mirov derdê xerabiyên wiha ku pêşketina aboriyê û zengîniyê li Mîndanaoyê girt, kişandin” got Iqbal û wiha dom kir: “Niha dem hatiye ku gelê Mîndanaoyê –hem xrîstiyan hem jî misilman- werin û bi hev re ber bi refahê ve bimeşin.”

Gazalî Cafar ku cîgirê yekemîn ê berpirsê komîteya navendî ya MILF’ê ye, bi dilrihetî dibêje ku peyman “şerê nayê xwestin” ê li herêmê bidawî dike û yekitî, hevkarî û biratiya di navbera xrîstiyan û misilmanên li Mîndanaoyê de pêk tîne.

Cafar destnîşan dike ku bi armanca alîkariya ji aboriya Fîlîpînê re, lêgerîna zengîniya pir mezin a çavkaniyên xwezayî yên Mîndanaoyê dikare ji aliyê karsazên potansîyel ve bên meşandin.

“Em bangî hemû fîlîpîniyan dikin ku bi armanca avakirina başûrê Fîlîpînê di dema nû de, bi destên gelê bangsamoroyê bigirin” got Cafar.

Rêvebirê MILF’ê diyar kir ku erdeke pir mezin a ji bo çandiniyê, çavkaniyên zengîn ên deryayî û daristanên zengîn ên fêkiyên tropîkal hene ku dikarin bibin bingehên teşebusên kar dikin.

Sefirê Spanyayê Jorge Domecq ji beşdarê vê ditinê dibe ku aştiya li Mîndanaoyê wê li herêmê aboriyê pir pêş de bibe.

Sefîr Domecq got ku “bi îmzekirina peymana aştiyê wê bernameya berfireh a reformên aboriyê û xizmetên ji bo civakê pêk werin ku wê vê yekê ne tenê di lehê karsazên spanyol de lê di heman demê de di lehê karsazên fîlîpîn û hevparên wan ên biyanî de be jî.”

Ji bilî Spanyayê, tê payîn ku karsazên ji Malezya, Awistralya, Rojhilata Navîn û welatên ewropî bi armanca razemeniya ji bo projeyên cihêreng ên li Mîndanaoyê yên wekî binesazî, çandinî û tûrîzmê bi milyonan dolar mesref bikin.

Cafer got ku “dema pêşketina Mîndanaoyê ya bi riya mezinbûna aboriya başûr hatiye.”

———–

Gotar di 23.03.2014’an de di malpera Manilastandardtoday.com a rojnameya fîlîpîn Manila Standard Today’de hatiye weşandin û ji îngilîzî hatiye wergerandin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Yûnanistan di 1829an de bû serbixwe

Gelê yûnan di 1821an de li hemberê osmanîyan dest bi serhildaneke çekdarî kir. Di encama …