Li Zarokistanan dersê dest pê kir

 

 

 

Şaredariya Bajarê  Mezin, ji bo zarokên 3-6 salî odeyên lîstikên bi navê zarokistan ava kirine, li van 10 zarokistanan heyama perwerdeyê dest pê kir. Îsal 264 zarok ji zarokistanan sûdê werdigirin, armanca Şaredariya me ew e li her taxekê zarokistanekê vekin û ji bo şaredariyên navçeyan ku dixwazin zarokistanan vekin kerese dabîn kir.

Midûrtiya Şaxa Karên Krêşan û Zarokan a Serektiya Daîreya Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin, li zarokistanên ji bo zarokên 3-6 salî hatiye vekirin heyama nû ya perwerdeyê dest pê kir. Li DÎKASUMa Ben û Senê, Hasirli, Şaxa Yenîkoy 6, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê 3 li Avahiyên Civakî yên Şaredariya Yenîşehrê 1 bi tevayî li 10 zarokistanan îsal 264 zarokan qeyda xwe çêkir.

Zarok ji heyama perwerdeyê çi hêvî dikin?

Di zarokistanên ku pisporên pêşketina zarokan tê de kar dikin, tevahiya heyamê amadekariyên xwendin-nivîsandinê, di çarçoveya xebatên ziman de bi zimanê dayikê stran, mamik û tiştanokan nîşanî zarokan didin. Ji bo zarok bikaribin pêdiviyên xwe bînin cih, rahiştina kevçî û pênûsan, lixwekirin û jixwekirina cil û bergan, bi serê xwe lixwekirina pêlavan nîşanî zarokan bidin. Ji bo hestî û masûlkeyên wan xurt bibin jî hefteyê rojekê xebatên sporê, ji bo tilî û masûlkeyên wan xurt bibin jî hevîrê lîstikê, xebatên kaxizê, birîn û zeliqandin û rengandin dê bêne pêkanîn.

Yildirim: Perwerdeya pêş dibistanê gelek giring e

Midûrê Şaxa Karên Krêşê û Zarokan ê Şaredariya Bajarê Mezin Veysel Yildirim, diyar kir ku ji bo pêşketina zîhnî û civakî perwerdeya pêşdibistanê gelek giring e. Yildirim da zanîn ku ev perwerde bandorê li jiyana pêş a zarokan jî dike û weha got, “zarokên li herêmê dijîn ji ber zimanê xwe yê zikmakî bi kar naynin pirsgirêka xwebaweriyê bi wan re çêdibe. Ji ber ku dewletê guhê xwe nedayê hinek saziyan bi derfetên xwe dest pê kirin perwerde kir. Wek şaredarî em ê li gorî pêdiviyên civaka xwe tevbigerin û ji bo alîlkariya me di pêşdibistanê de hebe me ev odeyên lîstikê vekirin.”

Yildirim bal kişand ku gelek eleqe ji bo van zarokistanan heye, îsal 264 zarokan serlêdan kiriye û got ew ê hewl bidin li taxên din jî zarokistanan vekin.

Jêder: Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Andora zanîna bi katalanî ferz dike

Kesên serî li mafên welatîbûnê didin divê di navbera 5 salan de nîşan bidin ku …