Li Yewnanîstanê xwepêşandana antî-faşîst

Li Yewnanîstanê bi armanca protestokirina kuştina muzîsyenekî ji aliyê neo-Naziyan ve, xwepêşandaneke antî-faşîst hat li dar xistin. Di xwepêşandanê de di navbera xwepêşandêr û polîsan de pevçûn rû da.

Li derdora 10,000’î çepgir bi armanca protestokirina muzîsyen Pavlos Fyssasê 34 salî ku ji aliyê alîgirê partiya faşîst Berbanga Zêrîn di 18 mehê de hatibû kuştin, li Atînayê xwepêşandekê li dar xistin. Di xwepêşandanê de slogana “Pavlos dijî, Naziyan hilweşînin” hatin qêrîn. Xwepêşander xwestin bimeşin navenda partiya faşîst a li Atînayê lê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin.

Di dema xwepêşandanê  de komeke xwepêşanderên radîkal bi molotofan êrîşî polîsan kirin û polîs jî bi gaza çavsoj û bombeyên ku mirov gêj dike xwestin komê ji hev belav bikin.

Di heman rojê de di serî de li Selanîkê, li hin bajarên li Yewnanîstanê xwepêşandanên xwedî heman armancî hatin li dar xistin.

Li aliyekî din, Partiya Berbanga Zêrîn da xuyakirin ku eleqeya wan bi vê cinayetê re tune ye lê ti kesî guh neda vê daxuyaniyê. Di vê navberê de hat îdîakirin ku heman partî çekan vedişêre û hîndekariya leşkerî dide endamên xwe. Li ser vê, di hin navendên partiyê de lêgerîn hatin pêkanîn lê digel vê jî polîsên yewnan ji sûcdariya hevkariya bi vê partiyê re xelas nebûn. Li girava Eviayê, du fermandar û çend polîs ji ber tawanbariya ku wan di warê rêxistina partiyê ya giravê lêpirsîn pêk neanîne, ji kar îstifa kirin.

Lîdertiya Partiya Berbanga Zêrîn bi eşkereyî heyraniya xwe ya ji bo serokê kevn ê faşîst ê Almanyaya Nazî Adolf Hîtler tînin ziman. Partiyê di hilbijartina giştî ya 2012’an de ji % 7’ê dengan wergirt û di Parlamentoya Yewnanîstanê de bû xwediyê 18 sendeliyan. Digel vê serfiraziyê jî, li gorî anketekê ku çend roj berê hat eşkerekirin, piştî kuştina muzîsyenê navborî desteka ji bo partiyê ya meha Tîrmehê ku 10.8 bû, niha daketiye % 6.8’an.

Partiya Berbanga Zêrîn li welat partiya herî bilez mezin dibe ye û tê bawerkirin ku sebaba herî mezin a vê pêşveçûnê ji ber xerabûna rewşa aboriya welat e.

Çavkanî:

Russia Today: www.rt.com

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …