Li Wanê semînera aktîvîzma ziman

 

 

Li Akademiya Şehîd Nûda ya girêdayê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê semînera aktîvîzma ziman hat lidarxistin. Di semînerê de li ser naveroka aktîvîzma ziman û rola wê ya di warê parastina ziman de hat sekinandin.

Semînera ku bi taybetî ji bo xwedenkarên Beşa Ziman a akademiye hat lidarxistin, ji aliyê lêkolîner Necat Ayaz hat dayîn. Ji bilî xwendekarên beşe, çend  xebatkarên saziyên ziman û şaredariyan jî beşdarê vê semînerê bûn.

Ayaz di beşa ewilî ya semînerê de aktîvîzma ziman terîf kir û sebebên pêkhatina wê bi çend mînakên ji cîhanê pêşkêşî beşdaran kir. Paşê di derbarê taybetiyên aktîvîstên ziman, organîzekirina aktîzmê di asta civakê de û qadên ku divê aktîvîzm lê bê meşandin agahî hatin dayin.

Beşa duyemîn a semînerê ji çar mînakên aktîvîzma ziman ên li Ewrûpayê pêk hat. Di vê beşe de bi kurtahî li ser pêkhatin û meşandina aktîvîzmê ya li Îrlanda, Spanya û Brîtanyayê hat sekinandin. Di vê beşê de di warê çalakiyên ji bo parastina zimanên îrlandî, galî, katalanî û baskî agahî hatin dayîn û ligel tecrûbeya wan, bêhereketiya di warê parastina ji bo zimanê kurdî de hat rexnekirin.

Beşdarên semînerê jî bi dîtinên xwe tevlî mijarên hatin nîqaşkirin bûn û di warê problemên li ser riya aktîvîzmeke muhtemel a ji bo zimanê kurdî de dîtinên xwe anîn ziman. Hin beşdar ji ber bêeleqebûna siyasetmedarên kurd a ji bo kurdî rexne kirin. Beşdar diyarkirin ku li ciyekî wekî Culemêrgê ku kurdî zimanê hemû jiyana civakî ye siyasetmedar gelek caran bi tirkî diaxivin û divê kesên navborî bi lez dev ji vê nêzîktêdayinê berdin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Piranîya ciwanan fêrî zimanê baskî dibin

% 70 ji ciwanên di navbera 16 û 24an de dikarin bi baskî biaxivin. Di …