Li Venetoyê tevgera serxwebûnxwaz çalak dibe

Meclîsa Herêma Xweser a Venetoya li Îtalyayê biryar da ku bi armanca referandûma li ser serxwebûna herêmê biryarê bide, di 17’yê Îlonê de dengdayinekê li dar bixe. Heta niha ji % 10’ê şaredariyên li herêmê piştevaniya xwe ya ji bo referandûmê anîne ziman.

Rêxistinên serxwebûnxwaz ên li Venetoyê li ser Konseya Herêmî ya Venetoyê ku peywira meclîsê pêk tîne, zextê kirin ku ji bo biryardayina mafê qederê referandûmekê pêk bîne. Li ser pêşniyaza ku ji aliyê parlamenter Stefano Valdegamberî ve di meha Nîsana îsal de hatibû kirin, konseyê biryar dabû ku di meha Tîrmehê de referandûmê li dar bixe lê paşê vê demê hatibû taloqkirin.

referandum 2013

Partiyên herêmê Veneto Stato, Indepenza Veneta, Liga Veneta Republica û komeleyên wekî 16.Reggimiento Treviso û Raixe Venete bi armanca parlamenteran bikişînin aliyê xwe, Kampanyaya Veneto Biryarê Dide dan destpêkirin. Platformeke din a bi navê Plebiscito 2013 jî bi heman armancê lez da xebatên xwe.

Konseya Herêmî ya Venetoyê ji 60 endaman pêk tê û dî konseyê de ti partiyekê ne xwedî piraniyê ye. Partiya herî mezin a heremê Liga Veneta ku şaxa partiya Lega Nord a neteweyî ye, xwedî 18 endaman e û li herêmê îktîdar e. Seroke partîyê Luca Zaia daye xuyakirin ku ew aligirê lîdarxistina referandûmê ye lê di dewsa serxwebûnê de berfirehkirina xweseriya herêmê dixwaze.

Eger di dengdayinê de biryara erênî bê girtin, wê referandûm di 6’ê Cotmehê de bê lidarxistin. Heta niha 55 şaredariyên li Venetoyê ku ji % 10’ê hemû şaredariyên li herêmê pêk tîne, bi awayeki fermî piştevaniya xwe ya bi lidarxistina referandûmê re diyar kirine.

Li gorî Destûra Bingehîn a Îtalyayê ku welat “yek û nikare bê parvekirin” dihesibîne, serxwebûna herêmekê ne qanûnî ye. Alîgirên serxwebûnê jî didin zanîn ku jî ber ku venetoyî dî Statuya Xweserîyê ya Venetoyê de wekî “gel” hatîye binavkirin, mafê wan ê diyarkirina qederê heye.

Çavkanî:

www.nationalia.info

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …