Li Venetoyê daxwaza ji bo statuyeke taybet

 

 

Konseya Herêmî ya Venetoyê daxwazên ji bo nîqaşkirina serxwebûn an berfirehkirina xweseriya herêma Venetoyê ya li bakurêrojhilatê Îtalyayê qebûl kir. Serokê Venetoyê Luca Zaia bi armanca bilêvkirina statuyeke taybet a ji bo herêma xwe, çû Romayê.

Konseya Herêmî ya Venetoyê biryara nîqaşkirina li ser du pêşniyazqanûnên di derbarê statuya Venetoyê ya di navbera 10 û 12 Hezîrana 2014’an de da. Yek ji van pêşniyazan lidarxistina referamdûma serxwebûna herêmê ye û ya din lidarxistina referandûmeke ji bo xweseriyeke berfireh e.

 Referandûma serxwebûnê ji aliyê endamê konseyê yê ji partiya Pêşeroja Gel Stefano Valdegamberi di Îlona 2013’an de hatibû pêşniyazkirin. Partiya serokê Konseya Venetoyê Luca Zaia ya bi navê Lîga Venetoyê jî destekê dabû vê pêşniyazê lê vê daxwazê ji aliyê konseyê ve hatibû redkirin.

Li aliyekî din, endamekî din ê konseyê yê ji partiya Rast-Navendî ya Nû (şaxê herêmî yê partiya serokwezîrê kevn ê Îtalyayê Silvio Berlusconi) Constantino Toniolo di Mijdara 2013’an de pêşniyazqanûneke ji bo berfirehkirina xweseriya herêmî kiribû. Di vê pêşniyazê de Toniolo diyar kiribû ku divê Îtalya bibe dewleteke federal û di vê riyê de hêzên nû ku di nava wan de bikaranîna bacên hatine berhevkirin jî hene, radestî hikumetên herêmî bike.

logo_veneto

Di çarçoveya pêşniyazqanûna dawî de wê di referandûmê de ji hilbijêrên Venetoyê pênc pirs bên kirin. Yek ji van pirsan “hûn dixwazin Veneto bibe herêmeke xwedî statuyeke taybet?” e. Pirsên din jî di derbarê mijarên aborî û bacê de ne. Di vî warî de bi taybetî ji hilbijêran wê bê pirsîn ku gelo ew dixwazin herî kêm ji % 80’yê bacên li Venetoyê tên berhevkirin ji aliyê rêvebiriya herêmî bê bikaranîn û ji Romayê re neyê şandin.

Serokê Konseya Venetoyê Luca Zaia bi armanca beşdarê civîna serokên herêman bibe, çû Romayê. Zaia wê di vê civînê de ji dewleta îtalyan daxwaza statuyeke taybet a ji bo herêma xwe bike. Di warê berfirehkirina xweseriyê de endamên konseya Venetoyê ji niha ve ketin nava xebateke berfireh. Ji ber ku Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzi niha li ser reformeke destûra bingehîn ku wê hêzên herêmên xweser ên normal kêm bike, dixebite.

Li Îtalyayê du cure herêmên xweser hene: Li aliyekî herêmên xwedî statuyên normal (ji rêzê) û li aliyekî din jî herêmên xwedî statuyên taybet hene. Tîrola Başûr, Newala Aosta, Sardînya, Sicîlya û Friuli-Venetzia-Giulia herêmên xwedî statuyên taybet in û lewma xwedî xweseriyeke berfireh in.

Çavkanî: Nationalia.info

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Hejmara 5. a Rêya Serxwebûnê hat weşandin.

Mijara dosyeyê ya hejmara dawî otonomîya Giravên Alandê ya bi ser Fînlandê ve ye. Kurtedîroka …